Fîlma Dayikên Şemiyê li Hewlêrê hat nîşandan

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma  “In The Blind Spot/Li Xala Kor” a Ayşe Polatê ku mijara wê çîrokên Dayikên Şemiyê ye li Hewlêrê hat nîşandan.

Fîlm doh demjimêr 19:00 ji aliyê Enstîtuya Goetheyê ve li Sînemaya Empireyê ya li Hewlêrê hat nîşandan.

Fîlma “In The Blind Spot/Li Xala Kor” ku  ji aliyê Mehmet Aktaş ve hatiye çêkirin û derhêneriya wê Ayşe Polatê kiriye rastî eleqeyeke baş hat.

Derhênera fîlmê Ayşe Polatê diyar kiribû ku wê îlhama xwe ji Dayikên Şemiyê wergirtiye.

“Hemû xelatên 2023yan ên li Tirkiyeyê wergirtin”

Mehmet Aktaş derbarê fîlmê de ji Rûdawê re got:

“Fîlmê piştî ku li Berlînaleyê promiyera xwe ya cîhanê kir, li Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî hat nîşandan û hemû xelatên sala 2023yan yên li Tirkiyeyê wergirtin.

Ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ku cara yekem e li sînemayeke Kurdistanê hat nîşandan. Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê ya Hewlêrê û Enstîtuya Goetheyê ya Almanyayê ev şev organîze kir.

Fîlm berhema Almanyayê ye lê bi Kurdî-Almanî ye. Dîmenên fîlmê li bajarên Agirî û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê hatine girtin.”

Seroka Şaxa Îraqê ya Enstîtuya Goetheyê Anais Boelickeyê jî got:

“Ev fîlm beşek e ji xebatên me yên ji bo nîşandana fîlmên Kurdî û Almanî. Fîlm behsa çîrok û nasnameya Kurdan dike.”

Çîroka fîlmê

Ayşe Polatê bi vî filmê bûyerên ku li Bakurê Kurdistanê qewimîne lê gelek caran veşartî dimînin nîşan dane.

Fîlm, çîroka tîmeke ji bo çêkirina belgefîlmeke Almanya çûye Bakurê Kurdistanê û dibe şahidên bûyerên li wê derê vedibêje.

Ew tîma Almanî, hewl dide behsa jiyana çalakvanekî Kurd ê bi navê Eyûb (Azîz Çapkurt) û dayîka wî ya bi navê Hatîce ku kurê wê ji aliyê JÎTEMê ve hatiye revandin bike.