Stêrkên Bollywoodê mohra xwe li Festîvala Fîlman a Deryaya Sor xist

07-12-2023
RÛDAW
Nîşan Festîvala Fîlman a Deryaya Sor Bollywood Hindistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gelek stêrkên Bollywoodê beşdarî Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor bûn.

Organîzatorên 3yemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor ku li bajarê Cideyê yê Erebistana Siûdiyê tê lidarxistin, îsal girîngiyeke mezin dan beşdariya stêrkên cîhanê.

Gelek sînemagerên ji pîşesaziya sînemayê ya Hindistanê jî beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Behra Sor bûn.

Festîvalê bi fîlma Şah Rukh Khan û Kajol a bi navê “Dilwale Dulhania Le Jayenge” dest pe kir.

Stêrkên Bollywoodê yên wek Shah Rukh Khan, Priyanka Chopra, Sonam Kapoor, Ranveer Singh, Alia Bhat, Katrina Kaif û Freida Pinto li ser xalîçeya sor meşiyan.

Di roja yekem a festîvalê de xelateke taybet da Ranveer Singh.

Singh di sala 1985an de li Hindistanê ji dayik bûye û wî heta niha gelek xelat wergirtine.

Pênc ji wan xelatan yên Filmfareyê ne.

Singh, yek ji lîstikvanên herî bi biha yê Bollywoodê ye.

Organîzatorên festîvalê, bi vexwendina stêrkên sînemayê ji çar aliyên cîhanê, xwest ku li ser asta cîhanê piştgiriyê bidin fîlim û sînemayê.

Lîstikvana Bollywoodê Katrina Kaif ku bi bedewiya xwe tê naskirin, mêvanake din a festîvalê bû li ser xalîçeya sor meşiya.

Stêrkek din a Bollywoodê yê beşdarê festîvalê Alia Bhatt bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst