Hunermenda Kurd Yelda Ebasî li Tirkiyê hate desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hunemenda Kurd Yelda Ebasî li Stenbolê ji aliyê hêzên ewlehiyê Tirkiyê de hatiye desteserkirin.
Li gorî agahiyan, hunermenda navdar a Kurd a ji herêma Xurasan a Îranê, Yelda Ebasî duh pêncşembiyê 6ê Kanûna 2018 li balafirxaneya Ataturk a Stenbolê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatiye desteserkirin.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Stenbolê, Rawîn Stêrk ragihand, hunermenda Kurd Leyla Ebasî ji bo ku beşdarî merasîma 27mîn salvegera damezrandina Navenda Kultur a Mezopotamyayê bibe, serdana Tirkiyê kiribû û hatibû Stenbolê.
Hat zanîn, ku di serdana Yelda Ebasî ya bo Stenbolê de, dayika wê jî pê re bûye.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha got, sedema girtina wê hunermenda Kurd hêj nehatiye zanîn û zanyariyên zêdetir li ser girtina wê li ber dest nînin.
Yelda Ebasî hunermendeka navdar a Kurd ji herêma Xurasanê ya Îranê ye.
Yelda Ebasî li bajarê Şêrwan a parêzgeha Xurasana Bakur ji dayik bûye û 31 salî ye. Yelda Ebasî ji temenê 12 saliyê dest bi mûzîk û stranbêjiyê kiriye.
Hunermenda Kurd, Yelda Ebasî di sala 2010 de yekemîn albuma xwe ya bi navê Kuwat derxist û piştre albumeke din bi navê Hesret jî xiste bazarê.
Strana Lê Yarê ya Yelda Ebasî gelek navdar e.
Li Herêma Xurasanê û bi taybet li her du parêzgehên Xurasana Bakur û Xurasana Rezewî zêdetirî 2.5 milyon Kurdên Kurmanc dijîn, ku piraniya wan di serdema Sefewiyan de bi zorê ji parêzgeha Urmiyê bo herêma Xurasanê hatine veguhastin.