Kîbar: Tirkiyê belgefîma “Sûr: Ax û Welat” qedexe kir

07-12-2017
Emîn Aba
Derhênerê belgefîma Sûr: Ax û Welat ji Rûdawê re behsa qedexebûna fîlma xwe kir.
Derhênerê belgefîma Sûr: Ax û Welat ji Rûdawê re behsa qedexebûna fîlma xwe kir.
Nîşan Tirkiye Zana Kîbar Fîlm Belgefîlma Sûr: Ax û Welat
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Belgefîlma bi navê "Sûr: Ax û Welat" li Stenbolê hat qedexekirin. Derhênerê belgefîlmê Zana Kîbar ji Rûdawê re da xuyakirin ku belgefîlma wî bê hincet û bêyî ku ti agahdariyek nivîskî bidin ji hêla polîsan ve hatiye astengkirin.

 

Kibar diyar kir, ku wan li navçeya Şîşlî ya Stenbolê serî li saloneke hezar kesî dabûn û hatibû pesendkirin, lê piştre polîsên navçê fişarê dixe ser xwediyên salonê û gefê li wan dixwe ku eger vê fîlmê nîşan bidin dê tiştên xirab bînin serê wan.

 

Kîbar dibêje, tenê ji ber ku navê wê Sûr e ev belgefîlma min hatiye qedexekirin.

 

Derhênerê Belgefîlma “Sûr: Ax û Welat”, Zana Kîbar ji Rûdawê re wiha axivî:


“Belgesel nêzîka seat û nîvek e. Him behsa şerê ku di sala 2015an de li Sûrê hat encamdna dike him jî behsa ew kesên ku ji malên xwe bi zorê koçber bûne, dike. Çawa reviyan ji herêmê? niha di çi halî de nin? îro hêst û ramanên wan çine li ser Sûrê. Me salek berê destpê kir.

 

Ji bo li Navenda Çandê ya Şişli Cemil Candaş bê nîşandan me serdanê kiribû. û me wur kirê kir. Me hemî amadekariyên xwe kiribû bi afiş û dawetnameyan jî. 3-4 hefte bû ku em li ser dixebitîn. û wê di 3ê vê mehê de jî wê bihata nîşandan. Lê berî rojawê 3-4 rojan polê diçin salonê û ji wan re dibêjin hûn çawa desturê ji vê fîlmê didin. Ji xwe naveroka belgeselê jî nizanîbûn. Tenê ji ber ku navê wê Sûr e hat qedexe kirin. Bi vê jî me fahm kir ku ne tenê li Sûrê qedexe heye navê Sûrê li ku derbas bibe sîstem pê aciz dibe.”

 

Pêdeçûn: Sîna Soma

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst