50 televîzyon dê fîlma Pêşmerge biweşînin

Belgefîlma derhênerê Kurd Hogir Hirorî ya bi navê "Mînhelgir (The Deminer)"a derbarê ezmûna jiyana pêşmergeyê mînhelgir Faxir Berwarî de dê li ser 50 televîzyonan bê weşandin.


Di 6emîn Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê de belgefîlma Hogir Hirorî xelata baştirîn belgefîlmê wergirt.


Belgefîlma The Deminer çend xelatên navnetewî jî wergirtine.


Li Prag a paytextê welatê Çekyayê, xelata baştirîn fîlmê di 20mîn festîvala "One World International Film Festival" wergirt.


Di festîvala fîlmên dokumentarî de li Amsterdam a Holandayê ku di mijdara sala derbasbûyî de lidar ket, xelata taybet a wê festîvalê wergirt.


Li Oslo ya paytexta Norwêcê jî xelatek din wergirtiye.


Derhênerê belgefîlma "The Deminer" Hogir Hirorî ji Rûdaw re ragihand ku fîlma wî dê li ser 50 televîzyonan bê weşandin.


Derhênerê Kurd Hogir Hirorî bersiva pirsên Rûdawê da.


Rûdaw: Mijara belgefîlma te çi ye?


Hogir Hirorî: Mijara belgefîlmê jiyana pêşmergeyê mînhelgir Faxir Berwarî ye ku li eniyên şer ji bo ewlehiya jiyana hevalên xwe bi pencik mîna paqij dike.

 

Te çawa biryar li ser vê çîrokê da? 

 

Berî 2 rojan çekdarên DAIŞê êrişî Kurdistanê bikin, ez vegeriyabûm Kurdistanê û min serdana eniya şer kir. Ji min pirsîn çima tu ji Swêdî hatî herêma şerê lê min guhdariya wan nekir. Min nedixwest ez têne li ser televîzyonan dîmenên şer temaşe bikim. Min xwest ku ez çîrokên di eniya şerî de diqewimin bigihînim tevahiya cîhanê. Ez di medyaya Swêdê de dixebitim. Ev yek ji bo min girîng bû. Min dema ku pêşmergeyê mînhelgir Faxir Berwarî li eniya şer dît, ez heyirî mam. Min berê dîmenên wî dîtibûn, lê yekem car bû ku ea wî bi zindî dibînim. Piştre min ligel wî hevdîtinek pêk anî û min jê re got ku ez dixwazim derbarê te de belgefîlmekê çêbikim. Destpêkê ji ber metirsiya li ser jiyana me, wî ev pêşniyara min red kir, lê piştre her çi bû wî daxwaza me qebûl kir.

 

Çima du derhênerên belgefîlmê hene?

 

Dema ez ligel  Faxir Berwarî axifîm, wî ji min re got ku kesekî din jî heye derbarê wî de belgefîlmek amade bike û pêwîst ku em ligel wî jî biaxifin û ji we yek belgefîlmê çêbike. Paşê ez ligel hevalê din re axifim, lê min nekarî wî razî bikim û ez vegeriyam Swêdê. Piştî ku ez çûm Swêdê ez dîsa ligel wî axifim û me li hev kir ku em bi hev re belgefîlmê amade bikin. Derdora 3 salan em li ser xebitin. Min hevdîtin bi rayedarên sînema Swêdê re kirin û ji bo belgefîlmê piştgiriya me kirin.



 

Belgefîlma we heta niha beşdarî çend festîvala bûye?

 

Ji ber ku em beşdarî gelek festîvalên navnetewî bûne, lewma hejmara wan nayê bîra min. Di vê hefteyê de jî dê beşdarî 3 festîvala bibe. Ji gelek festîvalan daxwaza belgefîlma me dikin. Ji festîvala herî mezin a belgefîlman IDFAyê jî xelata baştirîn belgefîlmê wergirt.

 

Belgefîlma we çend xelatên navnetewî wergirtine?

 

Me heta niha ji festîvalên navnetewî 10 xelat wergirtine. Herwiha li Kurdistan û welatên derve jî hêj xelatan werdigire û eleqeyeke baş pê tê dayîn.

 

Belgefîlma we beşdarî bi dehan festîvalên navnetewî û Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê bû. Ji bo we çi ciyawaziya Duhokê hebû?

 

Tirsa min hebû ku belgefîlma me li Kurdistanê neyê pêşandan. Herwiha cem min metirsî hebû ku ew eleqeya li welatên din didan belgfîlm û lehengê wê, li Kurdistanê nebe. Lê piştî ku belgefîlm hat pêşandan; min dît ku temaşevanan li ser pêyan çepikan ji fîlm û lehengê wê re ledixin û ji çavên wan rondik dirijin. Ez pê şanaz bûm ku xelkê Kurdistanê fîlm eciband.

 

Hevjîna şehîd Faxir yekem car di Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê de temaşe belgefîlmê kir? Hestên wê çawa bû?

 

Belê yekem car di Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê de temaşe kir. Heyirî ma. Kurê wê yê mezin şok bû. Wî got ku bi saya belgefîlmê wî bavê xwe baştir nas kir. Di belgefîlmê de gelek dîmen hebûn ku wan cara ewil didîtin û nedizanin bavê tam bi zelalî çi dike. Hevjîna wî jî got ku ew heta niha ti caran ew qasî serbilind nebûye.


Belgefîlmê çi bandor li ser festîvalên navnetewî kir?

 

Belgefîlm piştî ku li Festîvala Fîlman a IDFAyê li Amsterdamê hat pêşandan, bû rojev û medyaya Ewropayê pê girîngî da. Fîlm di festîvalê de 5 caran hat pêşandan. Bîner li ber salona sînemayê ya hezar û 300 kesî ketin rezê. Belgefîlmê dengek mezin veda. Yek tişta herî bala min kişandî, keçek hollandî ya 25 salî, piştî fîlmê bi girî hat cem min û got ew dixwaze afîşa fîlmê li diwarê mala xwe daliqîne.

 

Fîlm dê li ser çend televîzyonên Ewropî bê weşandin.

 

Heta niha me ligel 20 televîzyonan rêkeftin kirine. Lê me biryara daye li ser 50 televîzyonan bê weşandin.