Nîzamedîn Arîç: Herî kêm 250 sal in em dibêjin bila hêzên kurd bibin yek

 

Kopenhag (Rûdaw) – Hunermendê navdarê kurd Nîzamedîn Arîç diyar kir ku dema qedexeya li ser zimanê kurdî rabibe û zarokên kurd bikarin bi kurdî perwerdeyê bibînin ew dê vegere welatê xwe. Arîç anî ziman ku dewleta tirk li ser rakirina qedexeya kurdî derewan dike.

Hunermendê navdarê kurd Nîzamedîn Arîç ku nêzîkî 34 sal in li sirgûnê û xerîbiyê dijî, dilê xwe ji Rûdawê re vekir.

Nîzamedîn Arîç diyar kir, ji ber ku zimanê wî li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin ew neçar ma ji welatê xwe dervkeve û li xerîbiyê bijî.

Li ser vegera xwe jî Arîç wiha got: “Helbet ez dixwazim vegerim welatê xwe. Ji ber ku zimanê min li wir hatibû qedexekirin ez ji wir derketim lê dema zimanê min azad be û zarok bikarin di dibistanan de bi zimanê dayîkê perwerdeyê bibînin ezê vegerim.”

Nîzamedîn Arîç di bersiva vê pirsê de ku rayedarên tirk dibêjin me mafên zimanê dayîkê daye Kurdan, wiha axivî: “Ew derewan dikin. Daxwaza min ji wan ew e ku herî kêm zarokên me jî bi qasî zarokên wan bikarin bi zimanê xwe bixwînin.”

Wî hunermendê kurd anî ziman ku li Tirkiyeyê derfet û îmanên ku zarokên kurd bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin, tine.

Li ser vekirina dibistanên taybet ên kurdî, televîvyon (TRT6) û hinek gavên ku dewlet îdiaya avêtina wan dike jî Nîzamedîn Arîç wiha bersiva da:

“Li Tirkiyeyê 15 milyon kurd hene. Gelo dê çawa ji bo ewqas mirov dibistanên taybet bên vekirin? Divê dewlet vî karî bike. Televîzyonek vekirine dibêjin 24 saet bernameyên kurdî diweşîne lê bi qasî saniyekî bername ji bo zarokan tine, çimkî dixwazin zarokên Kurdan bên asîmîlekirin. Vî karî bi enqest dikin.”

Nîzamedîn Arîç ji yeknebûna Kurdan jî gazinde kir û wiha got: “Em rewşenbîr, hunermend û zanayên kurd herî kêm 250 sal in ji partî û hêzên kurd re dibêjin bibin yek lê mixabin heta niha nebûne yek. Helbet em nabêjin hemû bibin yek partî yan jî yek rêxistin lê em dibêjin dema gelê me ket rewşên tengav de hêza xwe bikin û dest ji îdeolojî û berjewendiyên teng berdin.”

Arîç da xuyakirin ku gelê kurd îro li pêşiya partî û hêzên siyasî ye çimkî hêzên siyasî yên kurd bi neçarî xwe nêzîkî hev dikin mîna gel ji dil naxebitin lê divê li hember belaya bi navê DAIŞê jî bibin yek.

Nîzamedîn Arîç anî ziman ku ti astengiyek li hember mûzîka kurdî li Tirkiyeyê tine lê hîn jî tirsa asîmîlasyonê heye, eger ev rewş bidome wê demê mûzîka kurdî dê nebe xwedî paşeroj çimkî zimanê kurdî ne serbest e.

Li ser girîngiya Rojavayê Kurdistanê jî Nîzamedîn Arîç axivî û got, Rojavayê Kurdistanê ji bo xebata hemû perçeyên din ên Kurdistanê şehîd daye û bi awayekî aktîf kar kiriye û wiha axivî:

“Min bi xwe li wir jiyan kiriye. Birastî zanabûna netewî ya xelkê wir ez pir kêfxweşî dikirim. Ez hunermendê wan im. Ti kes nikare bêjie min tu çima her dem ji bo wan stranan dibêjî. Ew erka min e. Gelê me yê Rojava îro di rewşeke tengav de ye lewma ez ji xwe re wezîfe dibînim ku stranan ji bo wan bêjim.”

Nîzamedîn Arîç sala 1957an li bajaê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Sala 1979an ji ber ku bi kurdî stran gotibû, neçar mabû ji Tirkiyeyê derkeve û sitara xwe bibe Ewropayê û li xerîbiyê bijî.