Azad Bedran û Helîm Omerî hatin desteserkirin

07-10-2024
RÛDAW
Nîşan Azad Bedran Helîm Omerî Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermed Azad Bedaran û Helîm Arslan (Omerî) hatin desteserkirin.

Hunermendên Kurd Helîm Arslan (Omerî) û Azad Bedran îro danê sibehê li Amedê hatin desteserkirin.

Helîm Omerî li mala xwe hat desteserkirin lê Azad Bedran li balafirgehê hat desterserkirin.

Hêzên ewlehiyê ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya bajêr.

Sedema desteserkirina her du hunermendên Kurd nehat zanîn.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî derbarê desteserkirina her du hunermendên Kurd daxuyanî da.

“Muzîk û hunera Kurdî nayê bêdengkirin!”

NÇMyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Bêtehamuliya dewletê ya li hemberî çand û hunera Kurdî bi desteserkirin û girtinan didome.

Biserdegirtin û desteserkirina îro danê sibê li ser malên hunermendên Kurd Azad Bedran û Helîm Omerî, êrişeke li dijî performans û zindîbûna muzîk û hunera Kurdî ye.

Ev zext dê nikaribe pêşîya çand û hunera Kurdî bigire.

Berevajî, dê bi têkoşîna me çand û hunera Kurdî xurttir bibe.

Em van desteserkirin û zextên li ser hunermendên Kurd şermezar dikin.

Muzîk û hunera Kurdî nayê bêdengkirin!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst