Pirtûka Selîm Temo ‘112 Hesp û Xezelek’ derket

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka nû ya nivîskar Selîm Temo 112 Hesp û Xezelek” belav bû. Ev berhema helbestan ji aliyê Weşanên Darayê ve hat amadekirin û çapkirin.

Selîm Temo, du sal piştî çapa “Pûnga li Bajêr” bi pirtûkeke nû ya helbestan hat pêşberî xwîneran.

Navê pirtûka nû ya Selîm Temo “112 Hesp û Xezelek” e û îlham ango besta xwe ji hespên dîrok û çanda Kurdan girtiye.

Temo di pirtûka xwe de navên 361 hespan anîne û li ser 112 ji wan helbest nivîsîne.

Pirtûka nû ya Selîm Temoyî, 112 Hesp û Xezelek, ji Weşanên Darayê derçû.

Pirtûk 113 helbestan pêk tê

Pirtûka ku demek dirêj e xwîner bi meraq li bendê bûn ji 113 helbestan pêk hatiye ku bi giştî 1.094 riste ne.

112 ji van helbestan ji devê hespan in û bi zimanê hespan diaxivin.

Helbesta dawî ku bi forma xezelê hatiye nivîsîn, ji 112 beytan pêk tê.

Di vê xezelê de dengê helbestkarî bi xwe tê bihîstin ku hem behsa cîhana xwe dike, hem jî behsa serpêhatiya xwe ya bi hespan re.

Ji Delû Nîgarê heya Sêvoya Sêling, ji Gêjo heya Kose Etmakî, ji Xezalê heya Cilfîferazê, ji Dêroyî heya Hoqabê Şeşpê bi sedan hesp di pirtûka 112 Hesp û Xezelekê de dişehin, dixewin û diaxivin.

Cumhur Olmez edîtoriya pirtûkê kiriye û bergê pirtûkê ji aliyê Sadık Hangul ve hatiye çêkirin.

Xwîner dikarin pirtûkê li ser malperên pirtûkan û ji pirtûkgehan peyde bikin.