Albûma Diljen Ronî di demeke nêzîk de derdikeve

Hewlêr (Rûdaw) -

Di demeke nêzîk de albûma Diljen Ronî ya bi navê “Xewna Derew” ji aliyê Kom Muzîkê tê belavkirin.

 

Hunermendê Kurd Diljen Ronî ji Rûdawê re ragihand ku ku heta dawiya vê mehê albûma wî ya nû Xewna Derew dê bigihêje ber destê guhdarvanan.

 

Diljên Ronî diyar kir ku wî  çîroka albûmê jî amadekiriye û ew yek di muzika Kurdî de yekem cara te kirin û wiha pê de çû: “Di çîrokê de ji bilî naveroka albûmê dîmenên dema tomarkirina strananan jî hene.  Wexta em dixebitîn me rojên bi kêfxweşî derbas kirin û ev ji me re bû bîranîneke gelekî xweş. Bi kêfxweşî me stran û muzîka xwe afirand. Ez hêvîdarim her kes bi kêfxweşî li vê temaşe bikin.”

 

Ronî herwiha da zanîn ku armanca wî ji amadekirina çîroka albûmê ew e ku kesên meraq dikin bizanin ka çawa û bi çi awayî albûm tenê amadekirin.

 

Albûma Diljen Ronî ji 9 stranan pêk tê yek stran a Hozan Dilgeş e, û straneke Koma Wetan jî gotiye. Muzika 7 stranan Diljen Ronî bixwe çêkiriye û herwiha gotinên 4 stranan aidî wî ye 3 stran jî ji aliyê Muslim Aslan nivîsandiye.

 

Albûm di stîla pop-rockê de ye.

 

Hêjayê gotinê ye Diljen Ronî destpêka îsal albumeke bi tevahî ji stranên klasîkên Kurdî pêk dihat li ser platformên dijîtal belav kiribû.