Bêwar Îzet: Êşa xerîbiyê qet jibîr nakim

07-10-2016
RÛDAW
Nîşan Bêwar Îzet Stran Xerîbî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêj Bêwar Îzet li Komalgeha Zêwe ya Rojhilatê Kurdistanê di dema koçberiyê de jidayik bûye. Ew rojên koçberiyê qet jibîr nake, jiber ku rojên nexweş di wê komalgehê de jiyan kiriye. Raperîna sala 1991ê bûye derfet ku vegere Başûrê Kurdistanê.

 

Bêwar îzet 12 sal beriya niha bi strana “Mircanê” karî navûdengê xwe belav bike. Piştî vê stranê çend berhemeke din amade kir û niha jî albûmeke nû amade dike. Di vê hevpeyvînê de Bêwar ji Rûdawê re behsa karên xwe yên hunerî dike.

 

Zarokatiya te li kê derê derbas bû û rojên zarokatiyê çawa bûn?

 

Li Komalgeha Zêwe ya Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûm. Dibe ku her ev dûrbûna ji welat û xerîbiyê bandor li ser karê min ê hunerî kiribe. Jiber ku xerîbî û hesret we dike ku mirov herdem şerê wî bike. Piştî raperîna mezin malbata me vegeriya Başûrê Kurdistanê. Jiyana vê derê jî pir bi derd û pirsgirêk bû.

 

Strana Mircanê çi bîranînek ligel te hiştiye?

 

Yekemîn car di dema vê stranê de min cilên kurdî yên eşîretên welatê xwe liber kir.

 

Piştî klîba Mircanê gotin k utu hez ji wê jina di nava klîbê de dikî. Ev rast bû?

 

Ti pêwendiyekî min ligel wê nebû. Birêz tenê karaktera klîbê bû. Di klîbên din de jî pêwendiya min ligel jinên ku di klîban de cîh digrin, tenê di çarçoveya kar de ye.

 

Berhemên te kêm in lê gelek tên guhdarkirin. Sedema vê çi ye?

 

Her hunermendek xwedan şêweyekî xwe yê taybet e. Piraniya berheman jî ne nîşana bilindî û ciwaniya huner û hunermandan e. Hest pê dikim ku berpirsyariyeke min ê mezin li hember huner û hezkiriyên min heye. Lewra ez ji bo karekî baş bikim, hemû hewldanan dikim. Dixwazim berhemên min li gorî dilên hezkiriyên min be. Jiber vê yekê jî, dem li ser re derbas dibin lê berhemên min zindî dimînin.

 

Tê gotin albûma te ya nû amade ye. Çend stran in û navê albûmê çi ye?

 

Albûma min a nû 9 stran in û pranî stranên folklorî ne. Dê di demeke nêzîk de bê belavkirin.

 

Jiber çi te heta niha konser saz nekir?

 

Sazkirina konseran ew qas ne hêsan e. Ez li hêviya derfet, zeman û cihê guncayî me da ku konserekî saz bikim. Hêvîdar im ku di demeke nêzîk de jî ev derfet peyda bibe.  

 

Li Silêmaniyê gelek hezkiriyên te hene. Serdana Silêmaniyê dikî?

 

Bêguman Silêmanî ji bo min taybet e. Xelkê wê pir birêz û xweştivî ne. Hêvîdar im ku di demeke nêzîk de heskiriyên xwe yên li Silêmaniyê jî  bibînim.

 

Kîjan tişt di jiyana te de pir bi êş bûye û ji bîra te naçe?

 

Piştî strana Mircanê, wate di Newroza sala 2004ê çûme Swîsreyê û li wir mam. Îsal bi yekcarî vegeriyame welat. Bi rastî jî bicîh hiştina welat û xerîbî êş û azarekî zêde dide min. ti caran ez vê êşê jibîr nakim. Çimkî weke wê ye ku zarok bî lê ne di himêza dayika xwe de bî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst