Li Êlihê şevbêrka çîrokên muzîkal hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Xebatên Şaredariya Êlihê yên çand û hunerê didomin.

Herî dawî ji aliyê Birêvebiriya Karên Çand û Civakî ve duh bi şev “Şevbêrka Çîrokên Muzîkal” li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekînê hat lidarxistin.

Di bernamayê de çîrokbêj Ayhan Erkmen, Dengbêj Ahmedê Xiyî û Hediye Qerejdaxî derketin ser dikê.

Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, Hevşaredarên Baxlarê Leyla Araz û Sîraç Çelîk, Alîkara Hevşaredaran Çigdem Demîr Sevîm, Endamên Meclisê û gelek welatî tevlî bernameyê bûn.

Gulistan Sonukê ji bo tevlîbûn û keda wan ji dengbêj û çîrokbêjan re spasiyên xwe pêşkeş kirin û anî ziman ku bernameyên çand û hunerê yên bi Kurdî dê berdewam bikin.

“Cihê çîrokan di dîroka Kurdan de girîng e”

Yeşîl Işik jî di bernameyê de axivî û bahsa giringiya çîrokan a di çanda Kurdan de kir:

“Çîrokên îşev em birîn beriya 40 salan, em birîn zarokatiya me.

Dê û bavên me, kal û pîrên me em bi van çîrokan mezin kirin. Cihê çîrokan di dîroka Kurdan de girîng e.

 Dengbêj û çîrokbêjan dîroka me bi çîrokan anîne ziman.

Ji bo ku çanda Kurdî neyê jibîrkirin û ji nifşên nû re bibe mîrate, bi çîrokgotinê anîne roja me.

Ez ji dengbêj û çîrokbêjên me yên ku îşev ev bername ji bo me amade kiriye spasiyên xwe pêşkeş dikim."