Fîlma Bîraxaneyê ya Bîlal Korkut li Mêrdînê rastî eleqeyeke mezin hat

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma derhênerê Kurd Bîlal Korkut a bi navê  “Bîraxane” li bajarê Mêrdinê hat nîşdandin û fîlm rastî eleqeyeke mezin hat.

Duh li Mêrdînê li Sahneya Şaneşîn a Performansê fîlma Bîlal Korkut a bi navê Bîraxaneyê hat nîşandan.

Fîlma Korkut ji aliyê hunerhezên Mêrdînê ve rastî eleqeyeke mezin hat.

Piştî nîşandana fîlmê temaşevanan pirs û rexneyên xwe ji derhêner Bîlal Korkut û lîstikvan Sîdar Ozmen re anîn ziman.

Heman fîlma Korkut beriya Mêrdînê, li bajarên Bakurê Kurdistanê Amed, Êlih û navçeya Qoserê jî hatibû nîşandan.

Fîlm îro li navçeya Nisêbînê ya Mêrdinê tê nîşandan.

Herwiha biryar e di rojên pêş de li bajarê Wanê jî bê nîşandan.

Fîlma Bîraxaneyê ku feyza xwe ji helbestên Arjên Arî digire di 9emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Dihokê de bi karekterê Mirad Hisên Hesen xelata lîstikvanê herî serkeftî wergirtibû.

Gera fîlmê ya li festîvalên navneteweyî berdewan e û di demên pêş de ew dê li Moskow û New Yorkê bê nîşandan.