Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma derhênerê Kurd Bîlal Korkut a bi navê “Bîraxane” li bajarê Mêrdinê hat nîşdandin û fîlm rastî eleqeyeke mezin hat.
Duh li Mêrdînê li Sahneya Şaneşîn a Performansê fîlma Bîlal Korkut a bi navê Bîraxaneyê hat nîşandan.
Fîlma Korkut ji aliyê hunerhezên Mêrdînê ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Piştî nîşandana fîlmê temaşevanan pirs û rexneyên xwe ji derhêner Bîlal Korkut û lîstikvan Sîdar Ozmen re anîn ziman.
Heman fîlma Korkut beriya Mêrdînê, li bajarên Bakurê Kurdistanê Amed, Êlih û navçeya Qoserê jî hatibû nîşandan.
Fîlm îro li navçeya Nisêbînê ya Mêrdinê tê nîşandan.
Herwiha biryar e di rojên pêş de li bajarê Wanê jî bê nîşandan.
Fîlma Bîraxaneyê ku feyza xwe ji helbestên Arjên Arî digire di 9emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Dihokê de bi karekterê Mirad Hisên Hesen xelata lîstikvanê herî serkeftî wergirtibû.
Gera fîlmê ya li festîvalên navneteweyî berdewan e û di demên pêş de ew dê li Moskow û New Yorkê bê nîşandan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse