Fîlma çîroka koçberekî Sûriyeyî li festîvala Veniceyê tê nîşandan

07-09-2023
RÛDAW
Çîroka koçberekî Sûriyeyî li ser sînorê Poland û Belarusê bûye film
Çîroka koçberekî Sûriyeyî li ser sînorê Poland û Belarusê bûye film
Nîşan Sînorê Kesk Festîvala Fîlman a Veniceyê Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Filma "Sînorê Kesk" a ku behsa çîroka koçberekî Sûriyeyî dike dê di Festîvala Fîlman a Veniceyê ya Îtalyayê de bê nîşandan.

Fîlma Agnieszka Holland a bi navê Sînorê Kesk (Green Border) beşdarî Festîvala Fîlman a Veniceyê dibe.

Mijara fîlmê li ser koçberekî Sûriyeyî û mamosteyekî Îngilîzî yê Efxanî yên li ser sînorê Polonya û Belarusyayê ne.

Derhênera fîlmê Agnieszka Hollandê got, "Em li cîhaneke gelekî metirsîdar dijîn, şerê Ukrayna, krîza penaberan, krîza keşûhewayê, serhildana siyaseta popolîst û faşîzim jî heye.

Eger di fîlman de behsa wan pirsgirêkan neyê kirin, wê demê em arasteya exlaqî û hunerî ji dest didin".

Dîmenên fîlmê bi rengên reş û spî li sînorê di navbera Polonya û Belarusê de hatine girtin.

Agnieszka Holland ji wê yekê dilgiran e ku Polonyayê dîwarek li ser sînorê Belarusê li pêşiya derbasbûna koçberan ava kiriye.

Derhênera fîlmê herwiha got, “Di dema ku ew dîwar dihat dirustkirin ku nêzîkî salekê dirêj kir, ti kesî nerazîbûn nîşan neda. Medyayê jî ew yek qebûl kir û amade nebû biçe wir û weşanê bike.”

Filim ronahiyê dixe ser rewşa malbateke koçber a ji Sûriyeyê, mamostayekî Ingilîzî ji Efxanistanê û zêrevanekî sînor.

Ew kes li sînorê Belarus û Polanyayê hev dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst