Kûçikistana Ronahî derket

07-09-2017
RÛDAW
Nîşan Kûçikstan Mihemed Ronahî Weşanxaneya Avesta
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Pirtûka çîrokan a nivîskarê Kurd Mihemed Ronahî "Kûçikistan" di nava weşanên Avestayê de derket. Mihemed Ronahî ji mehekê zêdetir e, ji ber axavtinên xwe yên salên 2012-2013an li girtîgeha Amedê girtî ye.

 

Nivîskar û weşangerê Kurd Mihemed Ronahî di vê pirtûka xwe de civaka kurdî li Bakurê Kurdistanê, nexasim li Amedê bi tundî rexne dike û behsa pêwendiya di navbera mirov û segan de dike û bi awayekî eşkere diyar dike ku di hin qonax û serdeman de mirov ewqasî nizm û bêesl dibin ku êdî li paş lawiran dimînin.

 

Ronahî "Kûçikistan"a xwe bi vê gotina psîkologê navdar Sigmund Freud dest pê dike: "Kûçik ji hevalên xwe hez dikin û neyarên xwe gez dikin. Lê mirov cuda ne hez û nefreta wan têkel e."

 

Ronahî herwiha di kitêbê de dibêje ku: "Li vî bajarî ewqas xaîn, diz, kujer, qewad, derewîn, bênamûs, bêbext û sextekar hene tu kes nikare têkel wan bibe. Heta ji wan sextekar û dizan gelekê wan rê didin ber civakê, rêberiya civakê dikin û civak wan diparêze. Lê van kûçikana tu rojekê xisar nedan kesî, diziya kesî nekirin, derew li kesî nekirin, îxanet nekirin, çavên wan ne li namûsa tu kesî bû. Tenê ji xwe re li nanê rojê dinihêrîn û dijiyan li vî erdî. Min ew qas mirov nas kirin li vê jiyanê lê min tu kes bi qasî wan ji xwe re nêz hîs nekir. Hatin ew jî kuştin."

 

Mihemed Ronahî di sala 1979an de li Pîrana Amedê ji dayik bû. Helbest û nivîsên wî di gelek malper û kovarên kurdî de tên weşandin. Di 2010an de romana xwe ya bi navê "Bendewarên Adarê" derxist, di sala 2011an de jî çîrokên wî yên bi navê Daristan ji Weşanxaneya Ronahî derket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst