Fîlma "Aga" li sînemayên Kurdistanê tê nimayîşkirin

07-09-2017
RÛDAW
Di 21ê Îlonê de dê li sînemayên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê were nimayîşkirin
Di 21ê Îlonê de dê li sînemayên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê were nimayîşkirin
Nîşan Aga Fîlm Kurdî Êş û Jan Enîmeyşin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di dîroka kurdî de yekem car ji aliyê derhênerekî kurd ve, bi navê "Aga" fîlmeke enîmeyşin hate berhemanîn.

 

Fîlma "Aga" 60 xulek e û stafeke 50 kesî 2 sal têde xebitîne. Di fîlmê de behsa êş û janên ku gelê kurd kişandiye tê kirin û biryar e di 21ê Îlonê de li sînemayên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê were pêşkêşkirin.

 

Xebatên fîlma enîmeyşin bi dawî hatiye û çendîn hunermend û kesayetên kurd bi dengên xwe beşdarî fîlmê bûne.

 

Çîroka "Aga" çîrokeke rasteqîn e û behsa êş û janên dîrokî yên gelê kurd dike. Stafa fîlmê ji bo pêşkêşkirina fîlmê li sînemayan, amadekariyê dikin.

 

Kompanyaya Adiabin, Tora Medyayî Rûdawê û Bîhnam Babazade weke derhêner û sponsor, bi rêya vê fîlmê dixwazin bibêjin 'Em çawa dikarin êş û janên rabirdû, ji bo siberojê bikin hêvî?.' 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst