‘Şîretbêj’ a Celadet Alî Bedirxan derket

07-09-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Avestayê vê carê ji kaniya ziman û edebiyat û bi giştî kultûra kurdî kovarên Hawar û Ronahî ku bi serpereştiya Celadet Alî Bedirxan û alîkariya ronakbîrên kurd ên din derdiketin, berhevokek berhemên folklorê “Şîretbêj” amade kir:

 

Weşanxaneyê berî vê berhevokê bi navê “Stranvan” berhevokeke din çap kiribû, bi Şîretbêj re berhevkirin/kitêbkirina berhemên folklorîk ên Celadet Alî Bedirxan; Hawar û Ronahî temam dibe.


Berhem ji sê beşan pêk tê. Wek kategoriyek giştî berhemên folklorîk bi “Gulistan”  “Şîretbêj” û “Hinek jî Henek” hatiye bi nav kirin.

 

Celadet Alî Bedirxan bi navê xwe û çend navên mustear û gelek tişt jî bê nav nivîsandine, ji uslûb û naveroka wan diyar dibe ku ê wî ne.

 

Hin tekstên bi mijarê ve girêdayî ku nivîskarê wan diyar e û ne ê wî ne jî, Avestayê xwest di vir de bi cih bibin. 


Weşanxaneya Avesta, hemû berhemên Celadet Alî Bedirxan, bi awayekî tematîk ji nû ve diweşîne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst