Romana Bener û Demîrtaş gelekî tê firotin

07-08-2024
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Yîgît Bener Li Berzexê Duet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Romana “Arafta Duet /Li Berzexê Duet” a Selahattîn Demîrtaş û Yîgît Bener bi hev re nivîsiye yek ji pirtûkên ku herî zêde tê firotin e.

Roman çîroka parêzerekî malnişîn ê çepgir û generalekî malnişîn dihewîne û rabirdûyeke aloz vedibêje.

Romana ku hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û wergêr Yîgît Bener bi hev re nivîsiye li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serkeftineke mezin bi dest xistiye.

Yîgît Benerê ku nivîskar û wergêr e wiha behsa naveroka romana xwe û Demîrtaş kir:

“Di rastiyê de ev roman çîroka rûbirûbûnê ye. Yek generalekî teqawid e û yek jî parêzerekî teqawid ê çepgir e.

Her duyan di derbeya 12ê Îlonê de li eniyên li hemberî hev cih girtiye. Bi tesadufî li hev rast tên û rûbirûyî hev dibin.”

“Helbet min `Serok Seloyê` siyasetmedar nas dikir”

Yîgît Bener li ser pêwendiya xwe ya bi Demîrtaş re jî wiha axivî:

“Bi rastî berê min û Demîrtaş hevdû nas nedikir. Helbet min `Serok Seloyê` siyasetmedar nas dikir û ez yek ji 6 milyon dengderên wî bûm.

Dema ew avêtin girtîgehê ez gelekî aciz bûm. Rêyên me yên ku em hevkariya xwe nîşan bidin nebûn.

Min dît mereqa wî ya edebiyatê heye û pirtûkan dinivîse.

Min pirtûkên wî kirîn û derbarê wan de nivîs nivîsandin.

Min piştre parêzerekî wî nas kir û jê re pirtûk şandin. Piştre me name ji hev re nivîsandin û 5 sal in ev berdewam dike.”

Demîrtaş û Bener di romanê de behsa çîroka 40 salên dawî ya dîroka aloz a Tirkiyeyê û nakokiya dirêj a Kurd û Tirkiyeyê û hewlên aştiyê dikin.

“Gelo dê ev aştî çawa pêk were?”

Bener amaje pê da ku roman li hinek bersivên nakokiyên di navbera Kurd û Tirkan digere û pê de çû:

“Hewqas pevçûn, mirin, şkence û bûyerên tirsnak hene di vê civakê de ku çawa dikare aştî pêk were?

Serkeftina teqez a aliyekî ji wan tenê dê hestên heyfstandinê hişyar bike.

Lê civak bi vî awayî nagihe aştiyê. Ji ber heyfstandin ne dadmendî ye.

Ji ber vê yekê jî di pirtûkê de lêpirsîna ‘Gelo dê ev aştî çawa pêk were?’ heye.”

Selahattîn Demîrtaşê 51 salî ji sala 2016an ve girtî ye û 42 sal ceza lê hatiye birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst