Dixwazin bi rêya huner peyama xwe bighînin gelên cîhanê

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Fransa bajarê Parîsê hejmarek hunermendên Sûrî, girûpek ava kirine û hewl didin beşdarî festilava Parîsê bibin, ew girûpa karên sema, reqs, sînema û şêwekariyê pêşkêş dikin.

 

Bi destpêkrina şer û wêraniyê li serasnerî Sûriyê, cîhê huner û hunermendan jî nema, bi dehan hunermendên Sûrî, berê xwe dane Ewropa û hunera xwe li Ewropa pêş xisitn û cîhên xwe di nava hunera cîhanî de giritn.

 

Beşek ji hunermend, sînemakar û sînemakarên Sûrî li Parîsê ku  piraniya wan hunermend û sînemakar in dibêjin ku ji ber zext û guşarên hikûmeta welatê xwe, Sûriye bicîh hiştine û berê xwe dane welatên Ewropayê.

 

Piştî gehiştine Ewropayê karên xwe pêş xistine û wek grûpekê beşdarî Festîvala Hunerî ya Parîsê bûne.

 

Derbarê vê mijarê de semakar Nîdal Ebdo wiha dibêje: “"Ez axaftinê li ser hest, flash-bac û wê rêya bihêz dikim ku wiha kir em bighin vê qonaxê û bikaribin tevlî civaka Fransî, em bibêjin Ewropî bi giştî bibin û xwe biguncênin. Ji bo me hinek dem divê heta fêr dibî û her ew fikra te dimîne ku berê hebû."

 

Hunermendên Sûrî bi çend çalakiyên cuda mil bi mile grûpên din beşdarî festival bûne. Dixwazin bi vê rêyê pêşan bidin ku hem tevlî kultura Ewropî bûne û hem jî wêneyê wêranî, êş û jan û nexweşiyê welatê xwe insane gelên din ên cîhanê bidin.

 

Derhênera Sûrî Hale Ebdulla jî gogt: “"Ew herdem dipirsin, çima fîlmên te xemgîn in? Ji bo çi fîlmên te behsa xem û êş û janan dikin? Belê, ji ber evna rastî ye, di demekê de jî ku ev dem derbas bû, ez jî fîlman li ser ciwanî, derya, esman, xweza û ajelan berhem tînim, lê bo niha gelek kar hene ku em bikin û herwiha qet dest jê bernadim."

 

Piştî destpêkirina krîza Sûriyê di sala 2011an de û heta niha bi milyonan Sûrî ji wî welatî koçber û derbider bûne û beşeke zêde çûne Ewropayê. Di nav wan de çendîn sînemakar, muzîsyen û hunermendên din hene ku xwestine û dixwazin bi rêya huner peyama xwe bighînin gelên Ewropayê.