Kurdên Êzidî di Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê de çanda xwe nîşan dan

07-07-2023
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Kurdên Êzidî di Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê de çanda xwe nîşan didin
Kurdên Êzidî di Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê de çanda xwe nîşan didin
Nîşan Kurdên Êzidî Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê li Duhokê tê lidarxistin û tê de çanda Kurdên Êzidî yên ji deverên cuda yên cîhanê tê nîşandan. Çalakiyên hunerî, pêşangehên çandî, stran û aheng beşeke Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê ne.

Endamê grûpa Lalişê Sermed Îsmaîl got, “Her miletê ku çanda xwe ji bîr bike û çanda wî were tunekirin, ne milet e. Dîrok wiha dibêjem, ez bang li xort û keçên Êzidî dikim ku bi hev re cil û bergên bav û kalên xwe biparêzin.”

Kurdên Êzidî yên ji Rojava, Bakurê Kurdistanê û Ermenistanê beşdarî festîvalê bûn û behsa rewşa Kurdên Êzidî kirin.

Nivîskar Dawûd Xetarî got, “Koçberiya Êzidiyan bandorek mezin li ser kevneşopî û windakirina zimanê dayikê kiriye lê hin rêxistin û sazî hene ku ji bo parastina çandê hewlên baş didin.”

Di festîvalê de pêşangehên hunerî, xwarinên gelêrî û tiştên ku di çandinî û karên rojane de tên bikaranîn jî hatin pêşkêşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst