Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê 'Psychology Kurdî' derket

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket. Kovar di hejmara xwe ya nû de bi 16 gotar, hevpeyvîn û nivîsên nivîskarên cûda balê dikişîne ser derûniya navçeyên erdhejê

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmera xwe ya 16an li ber destê xwênerên Kurdî ye. Kovara Derûnnasiyê ku her çar mehan carekê derdikeve di vê hejmara xwe ya nû de wek dosyeyeke taybet cih daye ‘derûnnasiya klînîkî û erdhejê.

Di kovarê de bi giştî behsa rewşa derûnî ya xelkê navçeyên erdheja 6ê Sibatê ya li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê kirin ku têde zêdeyî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dabûn, bi sed hezaran kes birîndar bibûn û bi milyonan kes jî malwêran.

Kovara Psychology Kurdî bi rêya gotar û hevpeyvînên cûda di vê hejmarê de deriyekî bo derûniya welatiyên navçeyên erdhejê vedike û balê dikişîne ser rê û rêbazên çareseriyê yên di warê derûnî de.

Di kovarê de bi giştî 16 gotar, hevpeyvîn û nivîsên 16 nivîskar, derûnnas û civaknasan hatine belav kirin. Beşek ji gotaran ji zimanê Tirkî bo kurmancî hatine wergerandin. Di kovarê de gotarek bi zarvayê Zazakî jî cih digire û gotarek ji zaravayê Soranî jî bo Kurmancî hatiye veguhestin.  

Nivîskar û nivîsên wan ên di vê hejmarê de hatine belav kirin wiha ne:

Erdhej û Trawma: An Polîtîka an Psîkolojî

Erdogan Ozmen

Wergera ji Tirkî: Abdulsittar Ozmen

 

Alîkariya Pêşîn a Derûnî

Azad Dildar

 

Trawma û Karesat

Jan İlhan Kizilhan

 

Hevpeyvîn bi Okan Taycan re

Wergera ji Tirkî: Aydin Rengîn

 

Trawmaya Erdhejê

Mesut Umar

 

Erdhej û Xebata Civakî

Gülperi Gündüz

 

Zarok û Trawma

Sehra Aksu

Wergera ji Tirkî: Samed Dogan

 

Qonaxa Berî Zimên di Derûnnasiya Klînîkî de:

Qonaxa Pêş-Odîpal

Yusuf Atabay

 

Pêla Sêyemîn di Psîkoterapiyê de: Terapiya Vegêranî

Nuh Bozkur

 

Bîyene ya Kî Wayîr Bîyene

Erdal Gul

 

Li Gor Michel Foucalt Têkiliya Beden-Desthilatê di Ser Modela Panoptîkon re 

Hürriyet Parlak

Wergera ji tirkî: Rêbîn Özmen

 

Bandorên Derûncivakî yên Navnifşî yên Trawmayên Dîrokî/Civakî

Gülnaz Karatay û Azad Gunderci

Wergera ji tirkî: Bilal Oztunç

 

Çareserî bi Rêya Têkilî, Gotin û Ravekirinê

Hataw Ahmed Sharif

Wergera ji soranî: İrfan Alkan

 

Rol û Erka Malbatê di Perwerdehiya Taybet de

û Hinek Xalên Girîng ku Divê Malbat

bi Baldarî Lê Binêrin

Wehab Şehîn

 

Şîroveya Fîlmê Syk Pike (2022)

bi Çavê Narsîsîzmê

Elîxan Bozan

 

Pirs û Bersiv

Mueyed Teyib

 

Termên Derûnnasiyê

Psychology Kurdî

Hûn dikarin hejmara nû û hejmarên din ji malpera www.avestakitap.com – www.pirtukakurdi.com û ji malperên din peyda bikin.

Kovara Psychology Kurdî bi vî awayî bang li xwînerên xwe yên Kurd dike û dibêje: “Merheba xwendevanên hêja, berî ku em dest bi nivîsa xwe ya edîtoryayê bikin em jî dixwazin derbarê erdhejên ku di 6ê Sibata 2023an de pêk hatin, çend gotinan bînin ziman. Weke ku hûn jî dizanin bobelat û karesateke erjeng bû ku li Tirkiye, Rojava û Sûriyeyê çêbû. Em bo wan malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê û bo kesên birîndar şîfaya xêrê dixwazin û hêvî dikin ku ev birînên kûr bi piştevanî û alîkariya gelê me zû were pêçan.

Herçiqasî dosyeya vê hejmara me ya nû "derûnnasiya klînîkî" jî be me xwest giraniyê bidin nivîsên derbarê erdhejê jî da ku bi van nivîsên girîng em bo wan kesên mexdûr bibin alîkar. Jixwe mijara erdhejê jî ne dûrî derûnnasiya klînîkî ye û bi nîşêt, bertek û nexweşiyan dikeve nav derûnnasiya klînîkî. Ji ber vê yekê jî navê dosyeya me ya vê hejmarê bû "derûnnasiya klînîkî û erdhej".

Di vê çarçoveyê de me di hejmara xwe ya nû de cih da van nivîs û nivîskaran;

Erdoğan ÖZMEN bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Erdhej û Trawma: An Polîtîka an Psîkolojî’ ku ji aliyê Abdulsıttar ÖZMEN ve ji tirkî hatiye wergerandin, behsa wê dike ku di têgihîştin û nirxandina mijara trawmayê de amûra psîkiyatrî/psîkolojiyê di nav hewldaneke xerîb de ye û desthilat/hêz wekî organîzasyoneke xeracê tevdigere.

Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Alîkariya Pêşîn ya Derûnî’ li ser gavên alîkariyê radiweste bê ma mirov di rewşên karesat, krîz û rûdanên trawmatîk de dikare çawa alîkariyê bike.

Jan İlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Trawma û Karesat’ bi hûrgilî ji xwîneran re behsa têgiha trawma, karesat û dermankirina wê dike.

Okan TAYCAN li Zanîngeha Yeditepeyê akademîsyen e û di heman demê de jî li Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyeyê hevkoordînatoriya Yekeya Xebatê ya Hêzdarkirina Tendirustiya Derûnî dike. Me pê re bi awayekî berfireh li ser mijara trawma, karesat, erdhej, alîkariya pêşîn ya derûnî û dermankirina wê hevpeyvînek kir.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst