Muzefer Newab dibe namzetê xelata Nobelê ya Edebiyatê

Hewlêr (Rûdaw) – Helbestvanê navdar ê Iraqê Muzefer Newab ji bo wergirtina xelata Nobelê ya Edebiyatê weke namzet tê destnîşankirin.

 

Berdevkê Fermî yê Yekîtiya Edîb û Nivîskarên Iraqê Omer Seray ragihand, ku helbestvanê navdar ê Iraqê Muzefer Newab, bi piraniya dengên Yekîtiya Edîb û Nivîskaran bûye berbijêrê xelata Nobelê ya Edebiyatê ya sala 2017ê.  

 

Seray got: “Muzefer Newab yek ji helbestvanê serkeftî yê cîhana erebî ye, em namzetbûna bû ya ji bo vî xelatî giring û hêja dibînin. Ji ber ku ezmûnên wî yên afirandinê pir in û herwiha helbestvanekî mezin e.”

 

Omer Seray da zanîn, ku Yekîtiya Edîb û Nivîskarên Iraqê, ji bo ligel Encûmena Nobelê ya li Stokholmê di pêwendiyê de bin û Newab bidin naskirin, komîsyoneke taybet ê pirsporan ava kirine.

 

Muzefer Newab di sala 1934ê li Bexdayê jidayik bûye û di salên 1970ê de ji Iraqê derketiye û li Şama paytexta Sûriyê dijî.

 

Newab yek ji wan helbestvanan e, ku liser hîmê nûxwaziyê helbestan dinivîse. Herwiha wî Qasîdeya Mîllî ya Iraqê nivîsiye û xwediyê çendîn senaryoyên bi navûdeng e.