Şaciwana Zanîngehên Silêmaniyê hate hilbijartin

07-05-2017
Şaciwan Şinirwê Selîm
Şaciwan Şinirwê Selîm
Nîşan Şaciwan Silêmanî Şinirwê Selîm
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Şaciwana zanîngeha û peymangehên Silêmaniyê bi merasîmeke taybet hate hilbijartin.

 

Şeva Şemiyê 06-05-2017, li bajarê Silêmaniyê ji bo hilbijartina Şaciwana Zanîngeha û Peymangehên Silêmaniyê merasîmek hate sazkirin.

 

Ji bo vê pêşbirkê 4 xwendekaran xwe weke namzet destnîşan kiribû. Piştî nimayîş û axaftinan, xwendevana qonaxa 4emîn a Koleja Bazirganî ya Zanîngeha Silêmaniyê Şinirwê Selîm, ji aliyê desteya dadweran ve weke şaciwan hate hilbijartin û taca şaciwaniyê wergirt.

 





Şaciwan Şinirwê Selîm ji Rûdawê re ragihand, ku dê piştî hefteyekê dest bi projeyên xwe bike û karê wê yê yekemîn jî ji bo alîkariya zarokên li kolanan û yên parsekiyê dikin, ragihandina helmetekê be.

 

 




Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst