Belgefîlmeke Rûdawê li Amerîkayê ji bo wergirtina xelata Webbyê berbijêr e

07-04-2024
RÛDAW
Belgefîlma “Korowai”yê ya Rûdawê, ji bo Xelata Webbyê bû berbijêr / Wêne: Rûdaw grafîk
Belgefîlma “Korowai”yê ya Rûdawê, ji bo Xelata Webbyê bû berbijêr / Wêne: Rûdaw grafîk
Nîşan Korowai Xelata Webbyê Roj Elî Zala
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma Rûdawê ya bi navê  “Korowai” di nav zêdetirî 13 hezar berheman de ji bo Xelatên Webbyê hat berbijêrkirin.

Li ser asta Îraq û Herêma Kurdistanê ev yekemîn karê dezgeheke medyayekê ye hatiye çêkirin û hevrikiyê bi baştirîn û balkêştirîn belgefîlmên cihanê re dike.

Belgefîlma “Korowai”yê ya Rûdawê, ji bo Xelata Webbyê ya 2024an ku bi navê Oscarên Înternetê jî tê naskirin, bû berbijêr.

Belgefîlma Rûdawê di beşa şêweya Geşt û Jiyanê (Travel and Lifestiyle) de, rikeberiyê bi çend belgefîlmên Amerîkî, Zelandaya Nû û Gurcistanê dike.

Hinek belgefelîm bi sponsoriya wan welatan ve hatine  duristkirin.

Derhênerê belgefîlmê Roj Elî Zala ragihand, bidestxistina wê xelatê ya li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, ji bo her Kurdekî û medyakarekî Kurd û kesekî Îraqî gelekî girîng e.

Roj Elî Zala da zanîn ku bi sedan hezar kes çîroka Korowaiyê bi zimanê Kurdî dibînin.

Belgefîlma  “Korowai”yê li nava darsitanên Papuaya Rojava li Endonezyayê hatiye kişandin behsa çîroka eşîra bi navê Korowaiyê dike.

Heta sala 1970yan kesî nedizanî ku ew eşîr heye û endamên eşîrê  “Korowai” jî nedizanin ji bilî darsitanê jiyaneka din heye.

“Goştê mirovan dixwin”

Eşîra “Korowai” wekî eşîra herî dawî ye ku goştê mirovan dixwe.

Li gorî baweriya wê eşîrê hinek caran ruhek bedenê mirov kontrol dike ku ew ruh wekî Xaxwayê tê naskirin.

Eger endamên eşîrê ji kesekî bikevin gumanê ku Xaxwayê ew kontrol kiriye, endamên din ê eşîrê Xaxwayê dikujin û goştê wê dixwin û wisa bawer dikin ku Xaxwa ji holê radibe.

Xelata Webby di sala 1996an de hatiye damezirandin û salane ji aliyê Akademiya Navneteweyî ya Huner û Zanistên Digital(IADAS) ve tê pêşkeşkirin.

Îsal cara 28 mîn e ew Xelata Webbyê tê dayîn.

Xelata ku di warên teknîkî de taybet e, wekî oscara înternetê jî tê pênaskirin.

Du pêvajoyên belavkirina xelatê hene.

Di destpêkê de IADAS belgefîlman diyar dike û piştre belgefîlm ji aliyê jûriyên cihanê ve tên diyarkirin.

Herwiha beşek ji belgefîlman jî ji aliyê xelkê ve tên diyarkirin û xelk dengê xwe didin ji bo ew fîlm bigihên xelatê.

Bidestxistina xelatê jêhatîbûn û pêşkeftina di teknîkên dîjîtal de destnîşan dike.

Di nava biserketiyên salên berê yên xelatê de Google, NASA, New York Times, BBC, Apple, Facebook, Instagram, YouTube, TikTok, Netflix, Snapchat û gelek saziyên din hene.

Deng bide bi belgefîlmê Rûdawê ji bo pileya yekem bi dest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst