Sefqan Orkêş di bernameya Paşîv de sirûdên olî û stranan pêşkêş dike

07-04-2022
RÛDAW
Sefqan Orkêş di bernameya Paşîv de sirûdên olî û stran pêşkêş dike
Sefqan Orkêş di bernameya Paşîv de sirûdên olî û stran pêşkêş dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Sefqan Orkêş îsal di bernameya "Peşîv" a Rûdawê TVê de cih girtiye û her şev sirûdên olî û stranênpêşkêşî temaşevan û guhdaran dike. Herwiha hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Peyam Ezîzî di heman bernameyê de sirûdên olî pêşkêş dike.

Bernameya Rûdawê ya taybet bi meha Remazanê ya bi navê “Paşîv” saet 01.00 heta heta 03.00 berdewam dike û li Kelha Hewlêrê tê pêşkêşkirin û tê de çend birge hene û yek ji wan birgeyan a bernameyê pêşkêşkirina stran û sirûdên olî ne.

Hunermendê Kurd Sefqan Orkêş jî ligel komek muzîkê di bernameyê de stran û sirûdên olî pêşkêş dike. 

Koma muzîkê ji 6 muzîkjenên bi navê Şiyaw Kemal (Keman), Rêbwar Ebdullah (Def), Zana Enwer (Qanûn), Razwan Xelîl (Ney), Lêzan Qadir (Ûd) û Rêwan Reşad (Def) pêk tê, bi şev sirûdên olî û hin parçeyên muzîkê dijenin.

Sefqan Orkêş ku bi navê wî yê tam Mihemed Remezan Hesen e, di sala 1976 an de li najarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û di zarokatiya xwe de dest bi karê xwe yê hunerî kiriye û  ji teneke û daran saz çêkiriye.

Di 11 saliya xwe de bi Koma Agirê re stran gotine û berhemên xwe li ser kasetan tomar kirine. Di wê demê de  Sefqan Orkêş yekem zarok bû li Rojavayê Kurdistanê berhem tomar kirine û piştre jî bi koma muzîkê ya Orkêş re kar kiriye.

Orkêş ku xwediyê sê albûmên stranan û çend single û vîdeoyên takekesî ye, ji bilî Rojava û Başûrê Kurdistanê li Rûsya, Îmarat û Qeterê jî konser û şahî pêşkêş kirine.

Ji bilî dengbêjiyê, wî kariye li çend amûrên muzîkê lê bide û beşeke mezin ji stranên gotine wî bixwe nivîsandine û jê re awaz daniye.

Hunermendê Kurd ev du sal in, wek pêşkêşvan ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê dixebite û du bernameyên din jî pêşkêş kiriye, bi navê "Awazên Rojava" û "Ji Rojava".

Sefqan Orkêş ku li Qamişlo dijî beriya niha diyar kiribû ku Kurdistan di çi rewşê de be jî ew bi ti awayî terka welatê xwe nake û her li Kurdistanê dimîne.

Peyam Ezîzî her şev sirûdên olî pêşkêş dike

  

Herwiha hunermend û stranbêjê olî yê ji Rojhilatê Kurdistanê Peyam Ezîzî jî di her şev di bernameya "Peşîv" a Rûdawê de sirûdên olî pêşkêşî hezkiriyên muzîkê dike.

Peyam Ezîzî her şev sirûdê olî pêşker dike  

Hunermend û stranbêjê olî yê ji Rojhilatê Kurdistanê Peyam Ezîzî jî di her şev di bernameya "Peşîv" a Rûdawê de sirûdên olî pêşkêşî hezkiriyên muzîkê dike.

Peyam Ezîzî di vê mehê de sirûdên “Ellah Meded”, “Ya Resûlla Ya Medîne”, 'Lebeyk', “Misilmanna”, “Mihemed Resûlla”, “Hebîbî ya Resûlla”, “Derdî Hîcran”, “Tele'e Elbedir”, “Ey Penay Asyan”, “Alla û alla”, 'Ya Ferdî Ezem”, 'Bê Wefa', “Sultan Alla”, “Hebîbim Alla” û çendîn berhemên din pêşkêş kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst