Ji Hunermend Xecê albumeke nû: Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo

07-04-2022
Medîne Kilic
Nîşan Hunermend Xecê Mihemed Şêxo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Hunermend Xecê albumeke nû ya bi navê “Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo” belav kir ku ji stranên herî navdar ên hunermendê stranbêj Mihemed Şêxo ne.

Albuma “Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo”, 9ê Adarê di salvegera koça dawî ya hunermendê bi nav û deng Mihemed Şêxo de ji kompanyaya Ses Media Muzîkê derket. Albuma ku di platformên dijital de hat belavkirin 3mîn albuma Xecê ye.

Xecê 10 berhemên klasîk ên yek ji pêşengên muzîka Kurdî ya hemdem Mihemed Şêxo yê ku bi berhemên xwe yên nayên jibîrkirin îlham daye gelek hunermendan xwendiye.

Xecê diyar kir ku, wê demeke dirêj e dixwest berhemên Mihemed Şêxo bixwîne.

Hunermenda Kurd anî ziman ku çêkerê berhemê Muhsin Altıntop bi fikra çêkirina albumeke klasîk hat û wê jî bêyî li ser bifikire gotiye bila hemû ji stranên Mihemed Şêxo pêk werin û destnîşan kir ku ew dixwaze berhemên bêhempa yên Mihemed Şêxo bi nifşên nû bide naskirin.

Derbarê çêkirina albumê xwe de Xecê ji Rûdawê re got, "Di hevdîtina bi Birêz Muhsin Altıntop re, ku yek ji xwediyên Ses Media ye, bi pêşniyara wî fikra albûmeke ku ji berhemên hunermendên rehmet kirine, derket holê. Min jî Mihemed Şexo hilbijart. Ya rast, tişta ku di hişê min de bû ji ber şert û mercên ne guncaw heta min nikaribû bikim. Birêz Muhsin Altıntop her hewl û piştevaniyek da ji bo cîbicîkirina vê projeyê. Ez dixwazim bi rêya we spasiyên xwe pêşkêşî wî û Ses Mediayê bikim."

Hunermend Xecê her wiha li ser hilbijartina berhemên Mihemed Şêxo anî ziman, ‘’Ez ê bibêjim ku xebata wî ya ji bo muzîka Kurdî, helwest, şêwaz û şîroveya wî ya li jiyanê min nêzikî wî kir. Heger hunermend di dema afirandin an jî gotinê de berê bikaribe bi dilê xwe bide qebûlkirin, dikare bandorê li dilê guhdaran jî bike. Dema ez Mihemed Şêxo guhdarî dikim ez peyam û hesta ku dixwaze bide ji dil hîs dikim û ev yek ji sedemên tercîhkirina min a Mihemed Şêxo ye. Heger di dema gotina stranekê de ez bikaribim bi dilê xwe bidim qebûlkirin, bi ya min ez dikarim bandorê li dilê guhdaran jî bikim.”

Xecê got, “Ez dixwazim pirekê di navbera mamosteyê mezin Mihemed Şêxo û nifşên nû de ava bikim. Ez dixwazim ew bi berhem û hunera xwe her bijî. Ez spasiyê ji bo xebat û hewildana wan di çêkirina vê albumê de Ses Media û çêkerê xwe yê hêja Muhsin Altintop dikim, ji bo xebata wî ya xweş di jêrxanên albûmê de spasiya Hecî Azad dikim, spasiya wênesazê Kurd yê hêja Loqman Ehmed jî dikim ji bo xêzkirinên di wêneya berga albûmê de û spasiyê li Birêz Mehdî Godkulu dikim ji bo redaksîyona nivîs û gotinên albumê. Bi vê xebata ku ji bo min gelek watedar e û pir hêja ye, ez hêvî dikim ku em bikaribin dilê Mihemed Şêxo û hezkiriyên wî  bigihînine hev.’’

Stranên ku di albuma “Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo” de cih girtine ev in:

1-     Ay Gewrê

2-     Nesrîn

3-     Dinya Bû Bihar

4-     Ey Felek

5-     Bilind e Bejn û Bala Te

6-     Were Were Nikmin Rûne

7-     Perwîn

8-     Dilperîşan im

9-     Lê lê Ciwan

10-   Xalxalok

Production: Ses Media Mûzîk

Aranjor:  Abdullah Karakaş (Hecî Azad), Keman: Ayhan Beyazdağlı, Hüseyin Dalkıran, Baxlema, Ûd, Lavta: Abdullah Karakaş, Ney: Eyüp Hamiş, Mey: Zübeyir Çelebi, E. Gîtar: Baran Karakoç, B. Gîtar: Emrah Doğrul, Klavye: Alper Doymaz, Perkusyon: Pirkemal Barış, Kanûn: Fatih Alaskan, Mîx-Masterîng: Evner Akarcalı, Wêne: Lukman Ahmad, Sererastkirina Nivîsan: Mehdî Tanrikûlû, Grafîk: Hasan Tek

“Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo” lînkên platforma dîjîtal ên albûme:

Ses Media Mûzîk YouTube:  www.youtube.com/c/SesMedia 

 - https://bfan.link/guldesteyek-ji-stranen-mihemed-sexo

- Spotify: https://spoti.fi/3MxApuN

- iTunes: https://apple.co/3tzVhZK

- Deezer: https://bit.ly/35Imcuu

- https://www.facebook.com/sesmediaresmi/

- https://www.instagram.com/sesmedia/

-https://www.twitter.com/Sesmediaresmi

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst