Berhemeke Kurdistan Mukriyanî bi Soranî û Kurmancî hat belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Gerdaney Zengiyane (Gerdeniya Morî) ya Kurdistan Mukriyanî bi Soranî û Kurmancî hat belavkirin.

Berhama Kurdistan Mukriyanî ya bi navê Gerdeniya Morî ku ji helbestan pêk tê ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat belavkirin.

Tahir Agûr helbest ji Soranî bo Kurmancî veguhestine.

Kurdistan Mukriyanî dibêje: “Dema ku min dest bi hûnandina helbestan kir, ti dîwaneke jinên kurd tinebû. Tenê carinan berhemên Dr. Nesrîn Fexrî, Xurşîde Baban li ser rûpelên rojnameyan de dihatin çapkirin. Heya salên 1970yî tenê berhemên sê jinên kurd hatibûn çapkirin. Ev kêmasiya di nava berhemên kurdî de bû sedem ku ez temaya jinê ji berhemên xwe re esas bigirim û girîngiyeke mezin bidim jinê.

Heskirina min a ji helbestê gelekî taybet e. Ez ji helbestên hin helbestvanên kurd gelekî hez dikim û gelek caran ji xwe re dixwînim, lê min ti carî kopyayên wan nekişandine. Dengê min nebûye dengê mêran. Min her tim hewl daye weke jinekê deng û reng û gotinên çand û kultûra xwe bînim ziman, kultûra ku gelek caran dijî kultûra mêran e. Min hewl daye ku ji bo helbestên xwe peyvên herî nazik û delal bi kar bînim, herî baş bixemilînim û di alema helbestan a bedew de bi azadî û bêtirs tevbigerim.

Di helbestên min de ti carî jin nebûne temamkerên kar û biker, çawa ku di berhemên piraniya helbestvanên mêr de jin weke temamker û têrker hatine zanîn, eger roleke jinê hebe jî roleke negatîv e. Jin di helbestên min de biker û xwedî roleke erênî, aza, azad, xwebawer, dilovan û biryarder e.”

Kurdistan Mukriyanî kî ye?

Di sala 1948an de li bajarê Hewlêrêr ji dayîk bûye û li heman bajarî di hembêza malbateke dîroknas, wêjehez û rojnamevan, yanê malbata Mukriyanî de mezin bûye. Keça nemir Gîw Mukriyanî û biraziya Husên Huznî Mukriyanî ye.

Xwendina xwe ya dibis tanê li Hewlêrê bi dawî kiriye. Di sala 1972yan de ji temamkirina xwendina xwe ya bilind çûye Sovyeta Berê û di sala 1976an de li ser mijareke rêzimana kurdî, bi sernavê Diyarxer û Şêwekanî Derbirînî Pêwendiye-Diyarxeriyekan doktoraya xwe temam kiriye.

Di sala 1977an de vedigeriyaye Kurdistanê û di bihara heman salê de weke mamosteya zimanê Kurdî di koleja wêjeyê de xebitiye û piştre çûye zanîngeha Selahedîna Hewlêrê û piştre bi hevjînê xwe re li Holandayê maye. Vêga li Hewlêrê dijî.