Rojda: Hunermendên Kurd bêderfet in

07-03-2018
Ayser ÇINAR
Nîşan Rojda Siyam Albûm Hunermend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêja navdar a Kurd Rojda ku bi navê "Siyam" albûmeke nû derdixe diyar kir: “Hunermendên Kurd 'bêderfet' in.”

 

Rojda li ser albûma xwe ya nû ji Rûdawê ragihand: “Albûma min a Siyam ji qonaxa amadekariyê ya 2 salan derbas bû. Armanca projeya albûma 'Kezî' ya ku min berî niha derxistibû ew bû ku ez kilamên dengbêjên jin ligel çîroka wan bigihînim nifşê îro. Min weke hunermendeke jin, ji bo bîranîna dengbêjên jin ên Kurd ev proje amade kir ku gelek keda wan dengbêjên jin li ser berdewamiya dîrok û çanda me, li ser edebiyata me ya devkî heye.”

 

Hunermenda Kurd Rojda diyar kir ku bi albûma Siyam armanca wê ew e ku dengê Hewramanê, kilamên Mereşê, stranên dîrokî yên Hewlêrê, delaliya Serhedê û çanda Botanê bigihîne guhdaran û got: “Albûma min tevî ku hêj negihîştiye girseyeke berfireh, ji kesên ku stranên albûma min a nû guhdarî kirine nirxandinên xweş dibihîzim.”

 

Rojda eşkere kir ku hunermendên Kurd bêderfet in û got: “Dema ku albûmeke nû derdikeve, pêwîstî bi reklamê û konsertan heye. Hunermendên li welatên din vê yekê gelek baş pêk tînin, çimku derfetên wan hene. Em weke hunermendên Kurd bêderfet in.”

 

Çend roj berê derket holê ku saziya fermî ya Televîzyon û Radyoya Tirkiyê (TRT) 208 stranên stranbêjên navdar ên Tirkiyê qedexe kirine û di nav wan de gelek hunermendên Kurd hene. Di nav lîsteya stranên qedexekirî de 3 stranên Rojda jî hene.

 

Rojda li ser qedexekirina stranên xwe diyar kir: “Ti sedemeke ku stranên min werin qedexekirin tine ye. Dema li naveroka stranên min binêrin, dê bibînin ku aştî tê xwestin, hêviya aramiyê heye, jiyaneke ku mirov li dijî kuştinê be û tirsa dayîkan li ser aqûbeta zarokên wan tine be tê xwestin.”

 

Rojda eşkere kir: “Heta ku aştî li vê axê desthilatdar bibe, ezê van hêviyên xwe bînim ziman.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst