Kurd bi awaz û stranên xwe mohra xwe li kolanên Stenbolê dixin

07-02-2022
Omer Sonmez
Kurd bi awaz û stranên xwe mohra xwe li kolanên Stenbolê dixin
Kurd bi awaz û stranên xwe mohra xwe li kolanên Stenbolê dixin
Nîşan Kolana Îstiklalê Stenbol Muzîka Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê kevneşopiya muzîka kolanan berdewam dike. Li kolana Îstîklalê bi dehan komên muzîkê bi zimanên cuda cuda stranan dibêjin. Di nav wan de gelek komên muzîka Kurdî jî hene. Her çiqas ciwanên Kurd car caran ji ber ku stranên Kurdî dibêjin rastê astengî û midaxeleyên polîs û zabitayan bên jî, ew bi stran û awazên xwe rengekî cuda didin bajarê Stenbolê. Xelkê Kurd û geştyar jî eleqeyeke mezin nişanî muzîka Kurdî. Tiştekî din jî, ciwanekî Ereb ku bi xwe xelkê Qamişlo ye, fêrî Kurdî bûye û bi ciwanên Kurd re bi Kurdî stranan dibêje.

Keç û xortên Kurd li ber stranên Kurdî govend digerînin. Ev dîmenên rengîn ne ji bajarekî bakurê welêt e, ev dîmen bi 16 milyon nifûsa xwe ve ji bajarê herî mezin ê Tirkiyê, ji bajarê Stenbolê ye.

Li kolana herî populer a Tirkiyê, li caddeya Îstîklalê ku li navçeya Beyogluya Stenbolê ye ji 30 salan zêdetir e ku bi sedan komên muzîkê muzîka kolanan dikin û ev yek wek nîşaneya vê kolanê tê dîtin.

Muzîsyen Yakub Dayan dibêje "Nêzî 2 sal in ez liv ê derê muzîka Kurdî dikim. Berê min muzîka Tirkî jî dikir, lê min got ger ez li vir muzîka bi Kurdî bikim ez ê zêdetir serfiraz bim. Him miletê me yê li vir, him jî yên ji Ewropayê ji bo xatirê vê muzîkê tên vê derê."

Muzîsyen Mazlum Perenk got "Zehmetiyên vî îşî zahf in. Esnaf û hin xelk ji me hez nakin, li ser me zor û zext heye."

Piraniya komên muzîkê ji 3-4 kesan pêk tê. Ew her roj çend saetan, di bin berf û barana zivistanê û di bin germa havînê de ji bo karibin debara xwe bikin li kolanan stranan dibêjin.

Muzîsyen Yusuf diyar kir "Car caran zilmê li me dixin û me dixin tengasiyê. Lê ev çend roj in xweş bûye, em stranên xwe dibêjin. Xelk jî kêfxweş dibin."

Balkêş e, lê di nav komên muzîka Kurdî de muzîsyenên biyanî jî hene. Wek nimûne, Hesenê 21 salî penaberekî Ereb ê Sûrî ye, lê ew di nav koma Kurdî de stranên Kurdî dibêje. Her wiha ew bi zimanê dayika xwe bi Erebî jî stranan dibêje.

Muzîsyen Hesen ragihand "Ez ji xelkê Qamişlo me. EV 7 sal in li Tirkiyê me. Ev 3 sal in karê muzîkê dikim. Li Qamişlo cînarên me hemû Kurmanc bûn, ez din av wan de mezin bûm. Dema ew dipeyivini min menaya peyvan ji wan dipirsî. Ew jî bi Erebî vedigerandin û ji min re digotin. Ez bi Vî awayî hêdî hêdî Kurmancî elimîm. Wexta ez dibêjim ez Ereb im xelk bi min bawer nakin, heyirî dimînin."

Gelek Kurdên Stenbolê bi taybetî ji bo guhdarîkirina muzîka Kurdî berê xwe didin Kolana Îstiklalê ya Taksimê û di nav xirecir û qelebalixiyê de bin jî bi stranên Kurdî hinekê bêhna xwe fireh dikin. Her wiha gelek geştyar jî bi kêf û coş xwe didin ber muzîka Kurdî.

Welatî Abdulkadir Çelebi dibêje "Em ji bo xatirê vê muzîkê tên vê derê."

Welatî Fatma Çelik got "Em dixwazin tim bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Lewra zarokên me zimanê xwe jibîr dikin."

Geştyarê İranî Dawid diyar kir "Gelek xweş stranan dibêjin. Min pir eciband. Pir xweş bû."

Hefteya borî ji ber ku muzîka Kurdî ji aliyê asayîşa Stenbolê ve hatibû astengkirin, rastî bertek û nerazîbûnên mezin hatibû. Komên muzika Kurdî didin zanîn, piştî bertek, nerazibûn û xwedîlêderketina siyaset û xelkê, ev çend roj in edî polîsên ewlekarî û zabitayên şaredariya Stenbolê ji wan re astengiyan dernaxin û niha ew bi rihetî dikarin stranên xwe yên Kurdî bibêjin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst