Berhemên 19 nîgarkêş û peykersazên Kurd li Şaredariya Parîsê têne nîşandan

Hewlêr (Rûdaw) – Berhemên 19 nîgarkêş û peykersazên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê li Şaredariya Parîsê ya Fransayê têne nîşandan.

Du hefte ne ku li herêma 10 a Parîs a Fransayê Alaya Kurdistanê li kêleka Alayên Fransa û Yekîtiya Ewropayê li ba dibe.

Di bin sê alayan de wêneyên her sê jinên siyasetmedar ên ji Bakurê Kurdistanê ji bo 10emîn salvegera kuştina wan hatiye daliqandin û her wiha li hundirê avahiyê jî wêneyên wan hene.

Berhemên 19 nîgarkêş û peykersazên Kurd di bin navê Hunera Kurdî li Mişextiyê de têne nîşandan.

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ev nêzîkî salekê ye ji bo vê pêşangehê bi şaredariyê re dixebite. Beşdar Kurd û Frans in.

Yek ji hunermendên beşdar Xelîl Hemsork e. Ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye. Di dema Hafiz El-Esed de di girtîgehê de xwe fêrî çêkirina wêneyan bi teknîka şewitandina daran kiriye.

Nîgarkêş Xelîl Hemsork got, “Berî tiştî ê min çîrokeke min heye li pişt vî karî ku ez 7 salan girtî bûm li cem Hafiz Esed. Di girtîgehê de jî reng tunebûn, caw tunebû, paporê gazê, têlê hesin û sindoqên keskahiyê hebûn. Min heft salan li ser sindoqên keskahiyê îşê hezar tabloyan çêkir.”

Nesrîn endezyareke avahiyan e lê nîgarkêşî bi hemû pêkhateyên xwe beşeke cîhana wê ye.

Nîgarkêş û Endazyara Avahiyan Nesrîn Mehmûd anî ziman, “Reng jî ji hundirê te derdikevin, dema tu bi kêf bî yan jî dixwazî bi kêf bî yên xweş derdikevin, dema tu aciz bî reng li gora dilê te dimeşin. Tu didî dû rih û hîsên xwe û ji ber xwe ve mijar jî derdikeve û reng jî derdikevin.”

Yek ji beşdaran jî Teha Xelîl ê ji Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ye û li Almanyayê dijî. Li gor wî karkirina berdewam dikare rêbazeke taybet ji nîgarkêşiyê re peyda bike.

Nîgarkêş Teha Xelîl got, “Ji hemûyan girîngtir ew e ku kesek di hunerê de berdewamiyê bide karê xwe. Rojane kar bike heta ku digihêje keşfekê û dibîne.”

Ev berhemên ramanî, xeyalî, xem û kêfxweşiyên hunermendên Kurd ên ji seranserî Kurdistanê heta 2ê meha Sibatê li pêşangehê bin.