Festîvala Fîlman a Deryaya Sor: Stêrkan bi cilûbergên xwe bal kişand

06-12-2023
RÛDAW
Nîşan Festîvala Fîlman a Deryaya Sor
A+ A-

Cide (Rûdaw) – Sêyemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor ku li bajarê Cideyê yê Erebistana Siûdiyê tê lidarxistin, bi defîleya stêrkan berdewam e.

Kesên navdar ên ku ji Rûdawê re axivîn, behsa cil û bergên xwe kirin.

3yemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor ku 30ê Çiriya Paşînê dest pê kiribû, dê di 9ê Kanûna Pêşînê bi dawî bibe.

Kesayetên navdar ên cîhana Erebî û stêrkên welatên cuda yên cîhanê jî beşdarî festîvalê bûn û tê de lîstikvanên Holywoodê yên wek Will Smith, Johny Depp, Sharon Stone, Diane Kruger û Michelle Williams amade bûn.

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbest bi navdarên ku bi zerafeta xwe bal kişandin ser xwe re û li ser stîla wan û atmosfera festîvalê axivî.

Dîzaynera modayê El-Hemlî: Dizayna van cilan xelata Expoyê wergirt

Dîzaynera modayê ya navdar a Ereb Maha El-Hemliyê diyar kir ku wê cilên xwe ji sembolên neteweyî yên Erebistana Siûdiyê îlham wergirtiye û çêkiriye.

El-Hemliyê kêfxweşiya xwe ya ji ber ku di festîvalê de bû û li ser xalîçeya sor meşiya anî ziman.

Maha El-Hemliyê anî ziman:

“Cilên ku ez li xwe dikim ji aliyê Tim Abid ve hatine çêkirin. Xemilandin karê Lafî ne. Dîzayna van cilan xelata Expoyê wergirt. Dîzayn a Fashion TVyê ye.

Min xwest îro van li xwe bikim ji ber ku ew şûr û dara xurmeyê sembolên şaristaniya Erebistana Siûdiyê ne. Ev cil pir xweşik e, beşek ji kesayetiya min e. Tîma min di berhemanîna tiştên nû de berdewam e.”

Şahjina Bedewiyê ya Erebî Seîdî: Ez beşdarî fîlmeke ku li Tirkiyeyê hat girtin bûm

Ji Fasê Sofîa Seîdiya ku sala 2019an wek Şahjina Bedewiyê ya Erebî hat hilbijartin, diyar kir ku cil û bergên ku wê li xwe kirine ji aliyê dîzaynerê navdar ê Libnanî Aduard Adinî ve hatine amadekirin.

Sofîa Seîdiyê got, “Cil û berg pir bi hostayî hatine dirûn. Dîzayneke pir serkeftî ye.”

Sofîa Seîdiyê herwiha anî ziman:

“Ez beşdarî ti fîlmên ku di festîvalê de hatin nîşandan, nebûm lê berî sê hefteyan min di fîlmeke ku li Tirkiyeyê hat girtin de rola xwe ya yekem lîst.

Fîlm ji rêzefîlmeke Tirkî hatiye wergirtin û ji bo Erebiyê hatiye amadekirin. Di fîlma ku ji aliyê MBCyê ve hatiye çêkirin de ji bilî min, Mutasem Nahar û Nûr Elî jî dilîzin.”

 

Lîstikvan Nabila Kahn: Her sal çêtir dibe

Lîstikvana Ereb Nabila Kahnê jî got, “Min ev cil hilbijart û ji bo min bedew e. Ev şêwaza min e, ez jê hez dikim û li gorî kesayeta min e.”

Kahnê diyar kir ku ew par jî beşdarî festîvalê bû û anî ziman:

“Ez par li vir bûm. Ez gelekî kêfxweş im ku li vir im û beşdarî vê çalakiyê bûme. Ez dibêjim ku her sal çêtir dibe.”

Lîstikvanê li ser festîval herwiha got:

“Ew gelekî xweş e, pir xweş e ku meriv beşdarî vê festîvalê bibe û bibe beşek ji hemî guhertinên xweş ên ku li Erebistana Siûdiyê diqewimin.”

Lîstikvan Yubin Shin: Ez kêfxweş im ku li vir im

Lîstikvana Kamboçyayî Yubin Shin ku bi rola xwe ya di fîlma “Dammi” de beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Deryaya Sor bû got:

“Ez kêfxweş im ku li vir im. Cara yekem e ku ez beşdarî Festîvala Fîlman a Deryaya Sor dibim.”

Yubin Shinê diyar kir ku ew yekem lîstikvanê Kamboçyayî ye ku beşdarî festîvalê bûye û got:

“Ez hêvî dikim ku di çend salên pêş de fîlmên Kamboçyayê li vir bên nîşandan.”

Yubin Shinê herwiha got, “Min bi xwe cil û bergên xwe dîzayn kirin û wek ku hûn dibînin, pir xweşik in.”

Lîstikvan Samî Afûnî: Ereb di vegotina çîrokên xwe de yekem in

Lîstikvanê Ereb Samî Afûnyê ku bi cil û bergên xwe yên ku wêneyên du jinên Ereb li ser hatine neqşandin bal kişand ser xwe û got:

“Ev cil û berg ji aliyê markayeke Îslamî ya bedew Love Clothes ve hatiye çêkirin. Ji ber ku ez li Awûstralyayê dijîm, min ti carî derfet nedît ku bibînim gelê min bi vî rengî cil û bergan çêdike.”

Afunî diyar kir ku ew cara yekem e tê Erebistana Siûdiyê got:

“Pir xweş e, hesteke pir xweş e ku meriv di nav ewqas kesên jêhatî da cih digire û bi hunerê ra mijûl dibe.

Bi dîtina min Ereb gelekî baş çîrokên xwe vedibêjin û dikin huner. Ez pir kêfxweş im ku li vir im.”

Samî Afunî derbarê xwe de jî got:

“Ez bi eslê xwe Misrî-Urdunî me lê neh salan jî li Kuweytê mam. Ez pir kêfxweş im ku dikarim bi Erebî biaxivim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst