Derhêner Rojda Oral: Ez li Kurdistanê xwe azad hîs dikim

06-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara dehênerê fîlma Bîraxane Rojda Oral ku bo beşdarkirina 9emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê li Herêma Kurdistanê ye, dibêje ku ew li vê derê xwe azad hîs dike û eger derfet hebe ew dikarî li Başûrê Kurdistanê beşdarî di fîlmekê de bike.

Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê roja Pêncşemê 1ê Berfanbara 2022an bi beşdariya çend fîlmên ji her perçeyên Kurdistanê, diyaspora û welatên cîhanê dest pê kir û dê heta meha 8ê Berfanbarê berdewam bike.

Rojda Oral ku weke alîkarê derhênerê fîlma Bîraxane beşdarî di Fime Fêstîvala Duhokê de kiriye û ew dibêje ew yekem car e serdana Başûrê Kurdistanê dike û gelek keyfxweş e ku li beşekê Kurdistanê dibîne Kurd azad in û Fêstîvalên Filman saz dikin.

Bi gotina Rojda Oral keyfa temeşevanan gelek ji fîlma wan re hatiye û piranî rexneyên erênî li hemberî fîlman wan hebûye.

Rojda Oral diyar kir ku filma “Bîraxane” behsa helbestên Arjen Arî dike û tevahiya fîlmê di yek cihê de di navbera 5 kesan de derbas dibe.

Derbarê Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê de jî got: “Li Tirkiyê em yek an du fîlmên Kurdî dikarin bibînin. Lê li vê derê hejmara fîlmên Kurdî zêde ne û bi hemû zaravayên Kurdî fîlm hene. Li vê derê pêşwaziyeke gelek xweş bo me tê kirin. Li vê derê germaheke baş heye û defet heye em lîstikvan û derhênerên din jî bibînin.”

Derhênera Kurd da zanîn ku ew naxwaze li Tirkiyê bijî û got: “Belê rast e em li Mêrdînê dijîn, lê hêj bandora hişmendiya Tirkiyê li ser me heye. Min dixwest ji Tirkiyê herim Ewropayê lê dema ez hatim vê derê min ji xwe re got ku jiyan li vê derê heye. Bi min rastî jî jiyan bo hemû Kurdan heye. Çima ne evder be Ewropa be. Ez li vê derê azad im. Ez dikarim li vê derê bijîm.”

Rojda Oral herwiha got ku xwenekara sînemayê ye û eger derfet hebe ew dikarî li Başûrê Kurdistanê beşdarî di fîlmekê de bike.

'Bîraxane' fîlmeke Kurdî ye ku ji aliyê derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Bîlal Korkut ve hatiye çêkirin û beşdarî beşa pêşbirkê ya 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dibe.

Yekem nîşandana 'Bîraxane' ya bi derhêneriya Bîlal Korkut di 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de roja Şemiyê 3ê Berfanbara 2022an li Hola Konferansê ya Zankoya Duhokê hat nîşandan.

Di fîlmê de lîstikvan û derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Husên Hesen, ji Bakurê Kurdistanê Hilmî Demîrer, Kemal Ulusoy û Yavuz Akkuzu dilîzin.

Di beşa pêşbirka fîlmên Kurdî ya 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de 6 fîlmên Kurdî yên ji parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt hevrikiyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst