Hunermendê navdar dahata konsera xwe dide malbatên amedî

06-12-2017
RÛDAW
Nîşan Haluk Leven Amed Konser Alîkarî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hunermendê tirk ê navdar Haluk Levent dê li bajarê Amedê konsereke saz bike û herwiha dê dahatên wê konserê bi ser malbatên amedî yên rewşa aborîya wan xirab ve belav bike.

 

Stranbêjê tirk Haluk Levent ku di heman demê de Sekreterê Giştî yê Platforma Aştî û Gelên Anadoluyê ye, biryar e roja îne (08.12.2017) li bajarê Amedê konserekê ji bo hezkirên xwe pêşkêş bike.


Beriya konserê Haluk Levent li Amedê dê ligel xwebexşên Platfoma Aştî û Gelên Anadoluyê here serdana 2 malbatên pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.


Haluk Levent li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: “Me weke Platforma Aştî û Gelên Anadoluyê biryar da ku dahatên konsera Amedê ya pişka platformê bidin malbata Huseyîn Kaya ya li navçeya Sûrê dijî û malbata Ahmet Karakaş a li navçeya Rezan dijîn. Emê roja înê jî serdana herdu malbatan bikin.”


Konsera navborî ji aliyê Platforma Aştî û Gelên Anadoluyê ve tê organîzekirin.


(A.B)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst