Li Amedê Mehmed Uzun hat bibîranîn: ‘Mehmed Uzun rûmeta me ye’

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmed Uzun Pêşangeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo bîranîna nivîskarê Kurd Mehmed Uzun ku yek ji navên girîng ên wêjeya Kurdî ye, pêşangehek hat vekirin.

Çalakiyên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo bîranîna Mehmed Uzun bi vekirina pêşangehê dest pê kir.

Di vekirina pêşangehê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî û diyar kir ku wan ji bo bîranîna Mehmed Uzun xebatên kolektîf meşandine.

Nivîskar Mehmed Uzun salvegera wefata xwe ya 17an bi rêzeçalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî û malbata Mehmed Uzun ve tên lidarxistin, tê bibîranîn.

Çalakî bi pêşangeha “Axaftina Azadiyê” ya karîkaturîst Seyda û Ulf Ivann Nilson ên li Swêdê dijîn dest pê kir.

Serra Bucak û hunermend û hunerhezên bajêr beşdarî vekirina pêşangeha li Navenda Çandê ya Amedê bûn.

Seyîthan Anter di vekirina pêşangehê de axivî û diyar kir ku ew ji bo bîranîna Mehmet Uzun hatin cem hev û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hemû kesên ku piştgirî daye çalakiyan kir.

“Mehmed Uzun rûmeta me ye”

Serra Bucakê di vekirina pêşangehê de bi Kurdî axivî û diyar kir ku wan xebatên kolektîf ji bo bîranîna Mehmed Uzun meşandine û got:

“Dema ku hevalan xwest hefteya Mehmed Uzun bi hev re li Amedê pêk bînin, me got erê.

Mehmed Uzun rûmeta me ye. Zimanê me jî rûmeta me ye. Loma jî me got em dê piştgiriyê bidin edebiyata Kurdî.

Em dixwazin li vî welatî ziman, çand û huner ji nû ve ava bikin.

Em kêfxweş in ku hunermend ji Swêdê hatine vir.

Em hêvîdar in ku ciwan, wêjehez û wêjehezên Amedê yên Kurdperwer werin û beşdarî bernameyên me yên vê hefteyê bibin.

Du panelên me hene. Li ser gora Mehmed Uzun jî çalakiya me ya bibîranînê heye.”

“Em têkoşîna Uzun bi karîkaturan didomînin”

Hunermend Seyda derbarê qonaxa amadekirina pêşangehê agahî da û diyar kir ku bi hunermend Nilson re li heman bajarî dijîn û projeyeke hevpar pêk anîne.

Seyda diyar kir ku nêrîna Mehmed Uzun a li ser mafên mirovan û demokrasiyê ji bo wan gelekî girîng e û got:

“Berxwedana Mehmed Uzun bingeha projeya me bû. Em têkoşîna wî bi karîkaturan didomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst