Xelata Nobelê ya Wêjeyê ji nivîskara Fransî Annie Ernaux re hat dayîn

06-10-2022
RÛDAW
Nîşan Annie Ernaux Xelata Nobelê ya Wêjeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelata Nobelê ya Edebiyatê ya 2022an da ji nivîskara Fransî Annie Ernaux re hat dayîn. Akademiya Zanyarî ya Şahaniya Swêdê, xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya sala 2022an eşkere kir.

Di daxuyaniya Akademiya Zanyarî ya Şahaniya Swêdê de hat ragihandin ku xelat, ji ber "wêrekî û jêhatiya wê ya klînîkî ya di vedîtina kok, xerîbî û sînorên kolektîf ên bîranîna kesane de," ji nivîskara Fransî Annie Ernaux re hat dayîn.

Xelatgira Nobelê ya wêjeyê dê 10 milyon kronê Swêdê (914 hezar 704 dolar) werbigire.

Annie Ernaux di 1ê Îlona 1940an de, li Lillebonne, di malbateke karker de hate dinyayê. Zarokatiya xwe li Normandiyê derbas kiriye. Beşa wêjeyê xwendiye û bi salan mamostetiya edebiyatê kiriye.

Annie Ernaux hêmayên ku ezmûna kesane bi dîroka civakî re dike yek di romana xwe ya yekem Armoires vides (Dolabên Vala) de nivîsand. Mijarên wek guherîna çînayetî, zewac, azadiya jinê, zayendî, kurtaj, nexweşî, pîrbûn û mirin ji ser ezmûnên xwe ragihandiye, her tim jiyana civakî û bûyerên çandî, siyasî û dîrokî yên ku wê pêk tînin, wek wêjeya "bîra civakî" nivîsandiye. Ew hêjayî gelek xelatan hat dîtin, nemaze Xelata Renaudot.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst