Peyva 'Kurd' a di salnameya dîrokî de hat sansûrkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Du akademîsyenên Tirk, gotina “Kurd” ya di Salnameya Xarpêtê (Mamuretilezîz) ya sala 1892yan hatiye nivîsandin wek “adî” wergerandin.
Profesor Îbrahîm Yilmazçelik ê di Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Firatê de dixebite û Akademîsyen Sevim Erdem a di Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Eren ya Bitlisê de dixebite, gotarek bi navê “Di Serdema Ebdulhemîdê 2yem de li Sencaqa Dersimê Sîstema Îdarî û Tora Veguhestinê” nivîsandin û di Kovara Bakiş a Akademîk a Zanîngeha Gaziyê de weşandin.
Profesor Îbrahîm Yilmazçelik û Akademîsyen Sevim Erdem, di gotara xwe de ji “Salnameya Xarpêtê (Mamuretilezîz)” ya sala 1892yan hatiye nivîsandin, çavkanî wergirtin. Di çavkaniya xwe de cihê ku peyva “Kurd” hatiye nivîsandin, wek “adî” hatiye wergerandin. Li ser sosyal medyayê bi sedan kesan li hember guhertina gotina “Kurd” nerazîbûn nîşan dan.
Orjînala nivîsê wiha ye:
“Di Senceqa Dersîmê de bajarokê Xozatê ku 12 demjimêran ji navenda wîlayetê dûr e, ji xwe gundekî Kurd bû ku 20-30 mal hebûn, di sala 1264ê de bi hatina serbazên padîşah baregeheke leşkerî hat çêkirin û wê demê bi navê Senceqa Dersîmê mutasarrifîyek hat avakirin.”
Her du akademîsyenan teksta orjînal wiha werger kirine:
“Di Senceqa Dersîmê de bajarokê Xozatê ku 12 demjimêran ji navenda wîlayetê (Harput) dûr e, ji xwe gundekî adî bû, di sala 1264ê (1847-1848) de bi hatina serbazên padîşah baregeheke serbazî hat çêkirin û wê demê bi navê Senceqa Dersîmê mutasarrifîyek hat avakirin.”
Ev ne cara yekem e û li Tirkiyê gelek caran di wergerên pirtûkên dîrokî de gotinên “Kurd” û “Kurdistan” tên sansûrkirin. Gelek caran navên Kurd û Kurdistan an nayên nivîsandin an jî li şûna “Kurd”, “Tirk” tê nivîsandin û li şûna “Kurdistan”, “Cihên Kurd lê dijîn” tê nivîsandin.
Berî niha jî Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, di wergera pirtûka Îbn Xaldun de gotina ‘Kurd’ derxistibû.
Weşanên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, di beşeke derbarê Misirê de di rûpela 643 a berga yekem a muqadîmeya Îbn Xaldun ku gotineke têkildarî Kurdan tê de heye, sansûr kiribû.
Di pirtûka resen a Îbn Xaldun de tê gotin, “Li dewleta Tirk (Memlûkî) jî li Misirê, kesên Tirk an jî kesên ji binemala Kurd (Eyyubî) ku berî wan rêveber bûn, tên erkdarkirin.”
Lêbelê di pirtûka ku ji Weşanên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê hatiye belavkirin de, “Li dewleta Tirk jî, ev post di destê mirovên mezin ên dewletê yên Tirk û kesên berî wan hukim kirine de bûye” hatibû nivîsandin.