Seqiz - Festîvala Şanoyê ya Ziwiyeyê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, Festîvala 2yemîn a Şanoyê ya Ziwiyeyê dest pê kir.

Lîstika yekem bi awayekî remzî li Keleha Ziwiyeyê ya Seqizê hat lîstîn.

Festîvala Şanoyê ya Ziwiyeyê festîvaleke çandî ye. Festîval ev 5 sal in li bajarê Seqizê û 2 sal in li parêzgeha Sineyê tê lidarxistin.

"15 lîstîk hatin hilbijartin" 

 Birêvebirê festîvalê Emîr Zarzade li ser naveroka festîvalê wiha got:

“Piştî ku me banga lidarxistina festîvalê kir hunermendan 83 berhem şandin festîvalê.

Tevî lîstikên hunermendên Herêma Kurdistanê 15 lîstîk hatin hilbijartin û dê ew di festîvalê de bên nîşandan.”

 Li gorî gotina Emîr Zarzade, kultur û nerît, xelkê herêmên cuda yên welat, pirsgirêkên civakî mijarên lîstikên şanoyê ne.  

Festîval dê heta 7ê Îlonê berdewam bike.

Çavkanî: Jîla Esed