Pirtûka Hişê Kurdî derket!

Hewlêr (Rûdaw) - Xebata bi salan a nivîskar Necat Zanyar a bi navê Hişê Kurdî hat weşandin.

Pirtûk ji çar beşan pêk tê û binnivîsa wê “Sistema Hişê Kurdî û têkiliya takekes, dîn û dewletê” ye.

Di berhema hizrî ya cureyê antropolojiya felsefî de, hişên taybet ên neteweyan û faktorên karaktera neteweyî pêk tînin, tê nîqaşkirin.

Nasnameya Kurdî ya bi hezar salan ji aliyê dîrok, ziman, erdnîgarî, dîn û kevneşopiyê ve hatiye diyarkirin, tê vekolandin.

Berhem, ji çanda rojhilat û rojava xwe dispêre bi sedan çavkaniyan. Di berhemê de Kurdayetî bi nasnameyên neteweyî yên Tirk, Ereb û Fars re tê berawirdkirin.

Bêdewletiya Kurdan, dahatuya Kurdistanê û şoreşa dîjîtal mijarên sereke yên pirtûkê ne.

Pirtûka 392 rûpel, ku bi zimanê Tirkî ji weşanên DOZê derket, li ser malpera weşanxaneyê û platformên dîjîtal tê firotin. Hat zanîn ku firotina PDF a pirtûkê tune.

Heta niha 5 ji wan bi Kurdî, 2 jî bi Tirkî, bi tevahî 7 pirtûkên Necat Zanyar hatine çapkirin.

Zanyar, ji bo pirtûka nû li ser Xê got, “Ev berhema di pir mijaran de angaşt û tezên nû derpêş dike, hêvîdar im cîhana hizra Kurdî dewlemend bike.”