Peymangeha Muzîkê ya Mîrzo komek ava kir

06-08-2022
RÛDAW
Nîşan Ganî Mîrzo Xanesor Sinûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî sê salan perwerdeya li Peymangeha Mûzîkê ya Mîrzo, niha Koma Mûzîkê ya Mîrzo dest bi çalakiyên xwe kiriye û niha dixwaze bi piştevaniya hikûmea Kurdistanê, li kampên penaberan yên li Başûrê Kurdistanê konseran saz bikin.

Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo serpereştiya Peymangeha Mûzîkê ya Mîrzo dike ku li Sinûnê û Xanesorê kursên mûzîkê didine zarok û ciwanên Kurd û ew kurs ji ew kesên, bi xwe yan jî malbatên xwe bûne qurbaniyên DAIŞê re vekiriye.

Ganî Mîrzo yê ku li bajarê Barcelona ya Katalonyayê dijî ji Rûdawê re ragihand, armanca projeya wî bi rêya hunerê hişê zarok û ciwanan aram bike û xelkê herêmê karibe huner û çanda xwe biparêze û li ser muzîk û hunera hemû parçeyên Kurdistanê kar bike.

Nêzîkî 20 endamên komê hene û heta niha du çalakî li dar xistine, ya duyem jî konserteke bîranîna Komkujîya Kurdên Êzidî bû. Ganî Mîrzo anî ziman, “Hêvîdar im Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya vê komê bike û çalakiyan ji bo wan saz bike da ku wek hunermend û komek hunerî hest bi hebûna xwe bikin.”

Ganî Mîrzo her wiha diyar kir ku heta niha ji 350 zarok, xort û ciwanan zêdetir beşdarî kursên mûzîkê li peymangeha wî ya li Xanesorê bûne.

Di her du peymangehan de çend hunermend û perwerdekar beşdarên kursan perwerde dikin.

Ganî Mîrzo li ser çalakiyên paşerojê yên komê de destnîşan kir ku ew dixwazin çalakiyên komê berfirehtir bikin, ne tenê ji bo pêşkêşkirina çalakiyan di nava herêma xwe de, ew dixwazin çalakiyan li piraniya kampên penaberan pêşkêş bikin.

Ganî Mîrzo kî ye?

Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe daye Helebê û li wir bo du salanan beşa muzikê xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitî.

Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina muzikê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn bîst sal ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst