Dilber û Saman didin ser rêka vine

06-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saman Şewket û Dilber Cizîrî mijûlî amadekirina berhemeke nû ne ku bi hev re tomar dikin û bi şêweyê duet belav dibe.

Saman Şewket ragihand: “ Karê klîpa vê berhema bi navê “Rêka Vînê“ li Almanyayê tê kirin. Awaz û têksta wê ji aliyê Diyar Kurd ve hatiye amadekirin û karê muzîkê jî ji aliyê Herêm Selah li Almanyayê hatiye kirin.”

Saman herwiha got: “ Senaryoya klîpa vê berhemê ya min e û behsa evîn û cudabûna keç û xortekî dike. Ev berhem yek ji stranên albûma min ya nû ye ku hêj nehatiye belavkirin.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst