Muş: Wênegirek 50 sal in wêneyên xelkê digire û piştî dehan salan digihîne xwediyên wan

06-07-2023
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mûş Wênegir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Adem Sonmez, wênegirekî xelkê Mûşê ye û ev 50 sal in karê wênegiriyê dike. Wî niha hesabek li ser torên civakî daniye û wêneyên kevn tê de belav dike. Kesên ku xwe di wan wêneyan de nas bikin an mirovekî xwe tê de bibînin dikarin wêneyan bibin.

Adem Sonmez wênegirekî 75 salî yê parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ye. Di 50 salên pîşeya xwe de tûrikê xwe ji wêne û bîranên xelkê navçeyê tije kiriye. Piştî borîna bi dehan sal gund bi gund digere û wan bîranînan digihîne destê xwediyê wan.

Wênegir Adem Sonmez got, “Dema dibêjin wêne, wêne ne tenê wêneyeke ji rêzê ye ku mirov behs dikin. Wêne jiyana mirvoekê û jiyana civakekê ye. Ev 50 sal in ez wêneyan tomar dikim. Wate jiyana 50 salan a civakekê.Di nav 50 salan de çi hatiye û çi çûye. Mirov çawa guherîne çanda wan çawa guheriye. Hertişt hatiye guhertin û wêne şahidê herî sereke yê vê guherînê ne.”

Niha jî li gundê Îspeya yê navçeya Gimgimê ye. Wêneyên ku berî 38 salan li vê derê girtine pêşkêşî xelkê gund dike. Gundî jî bi dîtîna bîranên xwe yên berê hem kêfxweş û hem jî hestiyar in.

Welatî Huseyîn Bingol anî ziman, “Berî 38 salan Adem beg hatiye gundê me. Gundê berê helbet. Wêne girtine û ji me re anîne. Li gundiyan belav kirin. Hinek kesên di wêneyan de mirine, hinek zewicî ne û hinekan jî ji vê derê koç kirine. Em gelek spasiya Adem beg dikin û bi rastî ev bîranîneke gelek binirx e. Gelek keyfa me hat.”

Hesabeke wî ya medyaya civakî heye û wêneyên ku girtine li wir belav dike. Kesên dibînîn bi wî re peywendiyê dikin û wênêyên xwe jê dixwazin.

Welatî Ozlem Bîngol got, “Min ev wêne li ser hesba înstegramê ya Adem Sonmez dîtin. Yak u di vî wêneyî de dayika min e û temenê wê 15 sal in. Dema me dît em hemû gelekî hestiyar bûn.”

Adem Sonmez niha jî  piştî 38 salan li heman gund  wêneyên heman malbatê tomar dike,  bi hêviya ku ev wêne jî di siberojê de bi aweyekê bigihin destê wan an jî kesûkar û nifşên wan ên nû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst