Çêja bîranînan li daristanên efsaneyî yên Amazonê
Daristanên Amazonê yek ji wan cihên veşartî û efsaneyî yên dinyayê ne ku heta niha jî pir aliyên wê nediyar mane û zanyariyên kêm derbarê wê hene. Ewqas tê zanîn ku hejmareke zêde ya mirovên xwînxwer û mirovxwer û zindîwer û ajelên dirinde lê hene. Tew tê gotin nîvê zindîwer û candarên cîhanê li wir in û nîvê oksejîna dinyayê jî bi saya dar û darkokên wê yên pir û himbiz tê dabînkirin.
Ji ber ku kesên asayî yên şaristanî newêrin herin wî cihî û teknolojiya nû negihîştiye navçeyê, ev navçe veşartî maye, ne tenê ji bo welat û parzemînên ku ji wê navçeyê dûr in, lê herwiha ji bo yên ku pir nêzîkî wê ne jî. Wek mînak vaye xwediyê xwaringehekê li Brazîlê û li nêzîkî vê daristanê dibêje: “Axir hoza jinên Amazonê efsane û derew e. Min bi dirêjiya temenê xwe nebihîstiye kesek çûbe wir, eger çûbe jî sax nevegeriyaye…R. 769.”
Anku eger ev pirtûk “Şeş sal di nav jinên wehşî yên Amazonê de” bûyereke rasteqîn be ku qaşo bîranînên ciwanekî Amerîkî ye yan rasttir bîranînên du kesan e (ciwan û hevkarê wî), êdî pirtûk di çend aliyan de girîng e. Ji ber ku ev herdu kes, ji wan kesên degmen in ku di nav wan hemû serkêşiyan de çûne û bi saxlemî vegeriyane. Di aliyê nasandina beşekî siruşta navçeyê bi cîhanê û di aliyê vekirina mejiyê xwîner de li ser dinyayeke berfireh a ajel û mirov û siruşta mirovî ya cuda.
Lê ez venaşêrim ku gumana min ji rastiya bûyerên vê pirtûkê heye. Nivîskarê pirtûkê, nivîskarê Fars ê bi nav û deng Menuçêhrî Mutîhî ye. Di pirtûkê de jî hatiye diyarkirin ku pirtûk ji bîreweriyên kesekî hatiye amadekirin ku şeş salan li nav şêniyên Amazonê jiyaye û di dawî de ji nav wan rizgar bûye. Lê bi ti awayî zelalkirineke bêtir nehatiye kirin ka gelo ev bîrewerî çawa hatine vegotin û nivîskarê Fars çawa ew parastine û amade kirine, di demekê de wek mînak eger nivîskar ev kitêb ji bîranînên kesekî din amade kiribe, diviyabû pêşgotineke zelalkirinê jê re binivîsanda li ser awayê amadekirin û pevgihîştina wî ligel kesayetiya sereke ya vê çîrokê û awayê nivîsandin û karkirina ji bo pirtûkê.
Ji bilî vê, hatiye nivîsandin: “Ev kitêb ji bo piraniya zimanên zindî yên dinyayê hatiye wergerandin û bi her zimanekî bêtirî 10 caran hatiye çapkirin û di heman rojên pêşî yên çapkirin û belavbûna wê, bi bayê bezê hatiye firotin...R.5” Lê belê ez çiqasî li ser internetê li vê kitêbê geriyam, bi herdu zimanên Erebî û Ingilîzî (ku du zimanên herî zindî ne) kitêb nebû, tew ti zanyariyek li ser kitêbê bi dest min neket. Ez nizanim gelo ev pêşgotin zelalkirina nivîskar bi xwe ye yan zelalkirina dezgeha çap û weşanê ye û ji bo rewaca kitêbê nivîsandiye?!
Bi her hal eger em ferz bikin ku kitêb roman an bûyereke xeyalî ye û li gor vê nerînê kitêbê bixwînin, divê em mikur werin ku di aliyê vegotin û bûyerên xwe yên pir û zêde û şarezahiya di vegotinê de, yek ji kitêbên tamdar û bi çêj e.
Bi baweriya nivîskar û rexnegir Philipe Ougtel, girêdana romanê bi dinyaya wêne û sînemayê, bûye sebeb ku hejmareke zêde ya metaforên zimanvanî çêbibin ku têkiliya wan bi wêneyan re heye. Wek mînak wesfê bi çav dîtî, vê wesfê bi wê pênase dike ku teknîkek e ji bo wesfkirina kes û cih û dîmen û beşên biçûk ên dîmen û diyardeyan, wek ku tablo yan wêneyên dîtbar bin. Bi nerîna Ougtel, divê ev wesf bi awayekî be ku mumkin be bibe wêne yan her karekî din ku bi çav bê dîtin.
Li gor vê nerînê nivîskarê vê kitêbê kariye bi awayekî bûyeran vebêje û cih û dîmenan wesf bike, ku xwîner bikare ji xeyala xwe wêneyan biafirîne û eger xwestek jî hebû mumkin e bi hêsanî bê guherandin ji bo wêneyên dîtbar û livok û nelivok û tew bê zêdegavî pêkan e film û rêzefilêmên balkêş jê bên berhemanîn.
Kitêb behsa ciwanekî Amerîkî dike ku piştî xilasbûna xwendinê li beşa mirovnasî û xwendina girêdayî jiyan û zimanê daristanan, kesekî nas dike bi navê “Yurî” ku şarezatiya wî di daristan û cihê jiyana mirovên hov de heye, bi sedema bêkariyê biryar dide geştê ji bo daristana Amazonê bike û wek lêkolîn û şopandina pisporiya xwe sûdê jê werbigire. Lê qeder tiştekî din tîne pêşiya wî û rêwîtiya wan şeş salan dirêj dike. Li wir jî tûşî çend bûyerên xweş û ne xweş û metirsiyên mezin dibin û di dawî de vedigerin welatê xwe (Amerîka.)
Pirtûk bi awayekî ewqasî dramatîk û balkêş bûyeran vedibêje ku bi temamî xwîner bi xwe re dibe. Herwiha karakterê sereke wek ku bixwaze bi peyvan dîmenan bi awayekî sînemayî li ba xwîner çêbike û nîşan bide, dîmenan vedibêje. Di vê de jî serkeftî bû û xwîner nikare nikare bi dû de neçe.
Di temsîla sînemayî de, divê karakter bi taybetî jî karakterê sereke, bikare bi awayekî siruştî û bê zorlixwekirin rola xwe bilîze, da ku xelk baweriyê pê bikin. Di vê kitêbê de herdu karakterên sereke ev rol şênber kirine, lê wek çawa di sînemayê de bîner dizane ev film e û hatiye çêkirin û ne rastî ye, bi heman awayî jî di vê kitêbê de hest bi curek ji temsîla sînemayî tê kirin, bi taybetî jî rizgarbûna wî ji nav wan hemû şer û pevçûn û ruhliberên hov ku di daristanan de hene. Herwiha di wan şerên ku behsa wan dike û beşdarî wan bûye.
Li gor vegotina wî, di wê demê de bi hezaran kes hatine kuştin, lê ew (ew û hevala wî) bi zindîtî jê hatine derve, tew hinek ji dîmenan bi temamî wek filêm akşin in û di rastiyê de cih nagirin, wek mînak li vê dîmenê binere: “Neçar min keleşa xwe da milê xwe û çûme pêş. Şerekî giran dest pê kir. Tevî ku Liona birîndar kiribûn, ez pê ve giham, min çar kes kuştin û min xwe gihand wê…R.559”
Nabe kesek bi vê hêsaniyê çar kesan bikuje û ew bi xwe tiştek neyê serê wî, weke ku ewên li beramberî wî bêcan bin û nekarin tiştekî bikin, di demekê de ku em dizanin ew rûbirûyî mirovên wehşî bûye û metirsiya wan pir ji metirsiya mirovên asayî zêdetir e. Bi dehan bûyerên bi vî rengî di pirtûkê de hene û carna ji her çar aliyan ve rûbirûyî bi sedan kes bûne û bi ser jî ketine, lewma ev zêdetir gumanê çêdike ku ew bîrewerî rasteqîn bin.
Tevî ku ev kitêb li hinek cihan zanyariyan derbarê êl û hozan dide xwîner, wek mînak: “Yuçî regezên resen ên Amazonê ne û berevajî jinên Amazonê ku regeza wan têkel e, ew destlênedayî û resen mane, ji ber vê xûyên xwe yên wehşîgeriyê wek pêşî parastine, serjimêriyeke seranserî ji bo hozên Yuçî nehatiye kirin, lê tiştekî ku hêjayî dahûrbûnê ye ew e, wek hozên Panço, Apaçî, Punçî û serencam hoza navdar û bihêz a Puçîka, ku şêniyên wê yên zêde û şerkerên wê yên bêhejmar hene, zimanê wan yek e û wek tekane zimanê resen ê Amazonê tê hejmartin û ji têkelbûna bi zimanên din re bi dûr bû…R.537-538.”
Lê ev zanyarî li gor qebareya kitêbê ku du berg e û hemû rûpelên herdu bergan 800 rûpel e, kêm in û derfet hebû ku zanyariyên zêdetir bide xwîneran.
* Şeş sal di nav jinên wehşî yên Amazonê de – Menuçêhrî Mutîhî - Wergerandina: Zahir Mihemed Reşîd - Bergê yekem û bergê duyem - Çap û Belavkirina Weşanxaneya Çwarçirayê, Çapa pêncan (2017.)