HEZKURDê li Îzmîrê Dengbêj Şakiro bibîr anî

06-06-2023
RÛDAW
Nîşan Dengbêj Şakiro HEZKURD Îzmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ji bo bîranîna Dengbêj Şakiro di salvegera wefata wî de çalakiya bîranînê li dar xist. Kesên ku ji Şakiro hez dikirin eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya bîranînê dan.

HEZKURDê yekemîn bernameya bîranîna dengbêjan a bi navê “Deng û Dengbêj” ji bo Dengbej Şakiro ku wekî "Kewê Ribat" û "Şahê Dengbêjan" tê qebûlkirin veqetand.

Bi vê armancê roja 5ê Hezîrana 2023yan bi boneya 27emîn salvegera wefata Dengbêjê navdar li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet a Îzmîr bernameyek hat lidarxistin.

Di çalakiya bîranînê ya bi navê “Di çanda Kurdî de dengbêjî û rola Şakiro” di nav de jin û ciwan gelek kes amade bûn.

Wêne: HEZKURD

Di bernameya bi moderatoriya Ayhan Erkmen de nivîskar Veysel Çamlîbel û Ahmet Aras ku li ser dengbêjan lêkolînan dikin, li ser dengbêj Şakiro û Seyadê Şamê axaftin kirin.

Di bîranînê de Koordînatorê Giştî yê HEZKURDê Fevzî Bulgan jî bal kişand ser peywendiya dengbêjiyê bi ziman, çand û dîroka Kurdî re û bal kişand ser bandora wê ya civakî.

Bernameyê bi sînevîzyona belgefîlmên li ser Dengbêj Şakiro û Seyadê Şamê û klamên dengbêj Keremê Jîrkî berdewam kir.

Di çarçoveya bernameya "Deng û Dengbêjî" ya HEZKURDê de ji bo bîranîna Dengbej Reso jî dê li Stenbolê di rojên pêş de çalakiyek bi heman rengî were lidarxistin.

 Wêne: HEZKURD

Dengbêj Şakiro

Dengbêj Şakiro ku navê wî yê rastîn Şakir Deniz e, di sala 1936an de li gundê Navika ser bi bajarê Agiriyê jidayîk dibe û di 60 saliya xwe de, ji ber nexweşiya gurçikê, 5ê Hezîrana sala 1996an li navçeya Bornovaya Îzmîrê koça dawî dike.

Di raportekê xwe de Omer Sonmez dibêje malbata Dengbêj Şakiro di sala 1959an de bo Edeneyê tê sirgûnkirin. Piştî sirgûniya 7 salan, di sala 1966an de diçin Mûşê û ew li vir dibe şagirtê Dengbêj Resoyê Gopala. Dengbêj Şakiro di sala 1983an de diçe Enqereya paytexta Tirkiyê û li wir 3 sal dimîne. Pişt re jî ji bo birayên xwe di sala 1986an de berê xwe dide bajarê Îzmîrê û tim di civata Kurdan de klaman distirê.

Şahê Dengbêjan Şakiro ku wek Kewê Ribatê jî tê naskirin, him di saxiya xwe de him jî piştî mirina xwe bandoreke mezin dide ser dengbêjîyê. Ji loma jî deng û sewta wî li çar perçe Kurdistanê û li cîhanê belav bûye.

Şakiro, li goristana taxa Merkezê ya Îzmîrê, ji welatê xwe dûr, li welatê xeribiyê veşartiye. Hezkiriyên Dengbêj Şakiro her sal diçin serdana gora wî dikin û wî bibîr tînin.

Wêne: HEZKURD

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst