Nivîskar û wergerê Kurd Ezîz Gerdî koça dawî kir

06-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û wergêrê navdar ê Kurd Ezîz Gerdî îro li Hewlêrê di temenê 75 saliyê koça dawiyê kir.

Nivîskar Ezîz Gerdî ji ber têkçûna rewşa wî ya tendirustî, ev 5 roj bûn li nexweşxaneyeke Hewlêrê di bin dihat dermankirin û îro rewşa wî xirabtir bû û koça dawî kir.

Ezîz Gerdî çend mehan berî niha, ji ber sistbûna gurçikan çûbû dervey welat û li wir piştî wergirtina çareseriyê, pizîşk  neçar maye ku gurçikeke wî derbixîne. Gerdî çend rojan  piştî ku vedigere Hewlêrê, gurçika wî ya din jî eşiyaye.

 Rêveberê Kargêrî yê Nexweşxaneya  Taybet ja Jîn li Hewlêrê Tofiq Osman bo Rudaw got , Ezîz Gerdî , tuşî  werma gurçikê bibû.

Ezîz Gerdî sala 1947an li nahiya Behrike ya ser bi Hewlêrê ve ji dayik..

Ezîz Gerdî demekê li Fakulteya Wêje li Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê karê mamostetiyê kir û piştre dest ji kar vekişand û xwe ji bo karê nivîsîn û wergerê terxan kir. Di salên 1960an de dest bi nivîskarî û wergerê kiriye.  Ezîz Gerdî ji bilî zimanê Kurdî, zimanê Erebî, Farisî, Îngilîzî, Fransî û Îspanî jî bi başî dizanî. Wî gelek berhemên wêjeyî nivîsîne û wergerandine.

Serok Barzanî: Jidestdana mamoste Ezîz Gerdî wendahiyeke mezin e

Serok Mesûd Barzanî

Ji ber koça dawî ya mamoste Ezîz Gerdî, Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkar û hevalên wî kir û ragihand, jidestdana wî wendahiyeke mezin e.

Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve agahiya koça dawî ya zana, nivîskar û wergêrê Kurd Dr. Ezîz Ehmed Ebdullah ku bi navê Ezîz Gerdî tê nasîn, gihîşte me.

Mamoste Ezîz Gerdî hemû jiyana xwe ya gelek bi berhem, ji bo xizmetkirina rewşenbîriya gelê xwe û pêşxistina kultûra nivîsandin û wergerê terxan kir û stêrkekî geş ê zanist û akademiya gelê Kurdistanê ye, jidestdana wî xisareteke mezin e.

Ez sersaxiyê arasteyî malbat, kesûkar û hevalên rehmetî Ezîz Gerdî û hemû nivîskar û mamosteyên zanîngeh û wêjevan û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dibînim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê mamoste Ezîz Gerdî bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramî bide her kesî.”

Nêçîrvan Barzanî: Mamoste Ezîz Gerdî xizmetên girîng pêkeşî Kurdî kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke hevxemî li ser koça dawî ya nivîskar û wergêrê Kurd Dr. Ezîz Gardî belav kir û got, " Bi bihîstina xebera wefara mamosta Ezîzê Gerdî em xemgîn bûn. Ez sersaxiyê li malbat, kesûkar û hezkiriyên wî dikim û hevbeşî xema wan im. Ez daxwazê ji Xwedayê mezin  bi rehma xwe wî şad bike.”

Nêçîrvan Barzanî  serxweşî li malbat Ezîz Gerdî kir û got: “Mamoste Ezîz Gardî di dirêjiya temenê xwe de xwe de gelek xizmet pêşkêşî wêje, ziman û çanda Kurdî kiriye. bi taybet bi wergera berhemên wêjeyî yê Cîhan bo zimanê Kurdî. Gelek Rewşenbîrên Kurdistanê bi kar û berhemên wî aşiyanê wêjeya cîhanî bûn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir ku Ezîz Gerdî dê wek endamê wêje û çanda Kurdî bimîne.

Talebanî: Xemên ziman û çanda neteweya xwe ji dil û can hilgirtibû

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî bi boneya koça dawî ya Ezîz Gerdî peyameke sersaxiyê belav kir û tê de got: “Mrina nivîskar, akademîsyen û wergêrê navdar ê Kurd Profesor Ezîz Gerdî windahiyeke mezin e ku me gelek xemgîn dike.”

Bafil Talebanî dibêje: Jiyan û serpêhatiya Ezîz derseke girîng ji hemû kesên ku xizmet dikin û dixwazin navên wan ronek bimînin di dîrokê de. Ew yek ji nivîskaran kêm bû ku li benda tu ravekirin û pesnekê nebû, xemên ziman û çanda neteweya xwe ji dil û can hilgirtibû.

Dema em berê xwe bidin pirtûkxaneya Kurdî, em pê dihesin ku tu kesî bi qasî Ezîzê pênûseke dewlemend û ronî hilnegirtiye, lewra îro Kurdistan bi xemgînî xatirê xwe jê dixwaze û dîrok bi serbilindî wî bi bîr tîne.

Dilovaniya Xwedê lê be û cihê wî buheşt be.

Ezîz Gerdî

Ezîz Ehmed Ebdulla

Sala 1947ê li Hewlêrê ji dayîk bûye

Sala 1999ê doktora di ziman û wêjeya Kurdî de  wergirtiye

Mamostayê beşa Kurdî bû

 Sala 1969 yekemîn pirtûka xwe çap kir

Zêdetir  ji 200 pirtûk nivîsîne û wergerandiye

Hejmareke pirtûkên wî nehatine çapkirin

 Jiyana hevjîniyê pêk ne aniye  

Zimanên Fransî, Îngilîzî ,Erebî û Farsî dizanî

Hemû zaraveyên Kurdî dizanîn

Di 06-06-2022 koça dawiyê kir

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst