Pirtûka ‘Bajarê Mijê’ ya Carlos Ruiz Zafon bi Kurdî hat çapkirin

Hewlêr (Rûdaw) -  Pirtûka Bajarê Mijê ya nivîskarê Spanyayî Carlos Ruiz Zafon ji aliyê wergêr û nivîskarê Kurd Jiyar Homer ve ji bo Kurdiya Soranî hat wergerandin.

Nivîskar û wergêr Jiyar Homer li ser wergera berhema The City of Mist  /  Bajarê Mijê ji Rûdawê re got:

"Pirtûk ji 11 çîrokan pêk hatiye. Carlos Ruiz Zafon di dema romana Goristana Pirtûkên Jibîrkirî dinivîsand kar li ser wan çîrokan jî kiriye.

Piştî koça dawî ya nivîskar, di sala 2020an de hatine çapkirin û belavkirin.”

Jiyar Homer amaje bi wê yekê jî kir ku wî pirtûk ji zimanê Spanyolî wergerandiye Kurdiya Soranî û Weşanxaneya Peykê ya li Silêmaniyê jî mafê çapkirin û belavkirinê ji Weşanxaneya Antoniyan Karigan a Barcelonayê wergirtiye.

Bajarê Mijê ji 11 çîrokan pêk tê. Di berhemê de karakterên balkêş, atmosfera serdema gotîk pêşkêşî xwenedevanên xwe dike. Zafon bi di çîrokên xwe de atmosfereke xeyalî û mîzakhî ava kiriye û xwînerên xwe jî dixe nava wê atmosferê.

Carlos Ruiz Zafon kî ye?

Di sala 1964an de li Barselanoyê ji dayik bûye. Yek ji nivîskarên herî navdar ê Îspanyayê ye. Bi romana xwe ya bi navê La sombra del viento (Siya Bayî) tê zanîn. Gelek roman û çîrok nivîsandine û berhema nivîskar a bi navê Goristana Pirtûkên Jibîrkirî jî yek ji berhema herî navdar e.

Berhemên Ruiz Zafon li zêdetirî 45 welatan hatine weşandin û ji bo zêdetirî 50 zimanan hatine wergerandin.

Nivîskar di 19ê Hezîrana 2020an de koça dawî kiriye.

Jiyar Homer kî ye?

Jiyar Homer, wergêr û nivîskar, sala 1996an li Silêmaniyê ji dayîk bûye,zimanê Sspanî, Îngilîzî, Portekîzî, Erebî û Farisî dizane.

Li 30 welatan berhemên zêdetirî 100 nivîskarên Kurd çap kiriye.

Endamê Navenda Keşkola ya Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê û Pena Kurd e.

Wî pirtûkên Juan Carlos Oneti, Carlos Ruiz Zafon, Şêrzad Hesen û Ferhad Pîrbalî wegerandine.