Li Dêrsimê keçekê şaneşîna mala xwe kir kargeh

06-03-2022
RÛDAW
Keçeke Dêrêsimî bi saya “hunera makrome” debara xwe dike
Keçeke Dêrêsimî bi saya “hunera makrome” debara xwe dike
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê Şaneşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê keçeke hunermend şaneşî ango balkona mala xwe kiriye weke pêşangehekê.

Arzu Atalay a 34 salî ku li Dêrsimî dijî, berhemên tekstîl û xemilandî yên ku bi teknîka girêkan çêkiriye, li balkona mala xwe ya ku veguherandiye atolyeyê, li welat û li derveyê welat difiroşe.

Atalay  ku ji  “hunera makrome” hez dike, dibêje: “Par di meha Îlonê de min hunera makrome naskir, di perwerdeya kargeha cilan a li Malên Gel hatî vekrin de li ser pêşniyara mamostayê xwe min dest bi vî karî  kir. Keyfa min gelekî jê re hat  min dest bi çêkirina van berheman kir bi reng û şêwazên cuda. Piştre min ev li ser hêjmara xwe ya Instegramê jî belav kirin ji aliyê bîneran ve bertekeke baş hebû. Êdî min hesabeke teybet bo vî karî vekir û dest bi firotina van berhema kir.”

Makrome hunera girêyan e. Kesên vî karî dikin şiyana dest û tiliyên xwe nîşan didin û bi girêyan nexş û tiştên cuda berhem tînin. Arzu di nava nîv demjimêrê de bûkekê çêdike, ew piranî fîgorê jin û zarokan çêdike.

Hunermend Arzu Atalay herwiha got: “Dema min dît bîner û kiryarên karê min başin min xwest ez atolyayekê vekim, lê kirê gelek giranbûn, min jî xwest ez sûdê balkona mala xwe werbigirim. Li vir aramtir dikarim kar bikim, dîmenê pêşberî min xweşik e, ev jî enerjiyekê dide min.”

Tê gotin ku di sedsala 19ê de hunera Makrome ji aliyê keştîvanan ve bi girêdana girêyên saxlem hatiye despêkirin. Lê di sadsala 20ê de piştî ku di xwendingehan de dibe dersek fermî, bi şûn de di cîhanê de pêş dikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst