12 cildên ‘Çîrokên 1001 Şev’ bi Kurdî hatin çapkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûkên çîrokên “1001 Şevê”, li seranserê dinyayê di nav pirtûkan de, di beşê herî navdar de têne naskirin.
Li gorî hemû serdeman, wekî berhemeke bêhempa tê naskirin û li gelek zimanan hatiye wergerandin.
Ji destpêka sedsala 18an ve, li seranserê Ewropayê wergerên van çîrokan hatine kirin û belavkirin.
Niha bixwe jî kitêbên van çîrokan, li her derê dinyayê têne wergerandin, çapkirin û belavkirin.
Ev çîrokên navdar, bi piranî ji bo zarokan bi şêweyên cihêreng têne amadekirin û bi baldarî têne xwendin.
Çîrokên 1001 Şev bûne bingeha gelek berheman
Çîrokên ‘1001 Şevê’ ji aliyê fikrî ve bandoreke mezin li dinyayê kirine, bûne kanî, bingeh û mijara gelek roman, şano, muzîk û filman.
Ev berhema ku navê wê bi zimanê erebî ‘Elf LêyleweLêyle’ ye, ne diyar e ji aliyêkê ve û kengê hatiye nivîsandin.
Berhemê civaka Rojhilata Navîn e
Lê eşkere ye ku xwediyê vê berhemê civaka Rojhilata Navîn e.
Çîrok, çîrvanok, destan û efsaneyên vê civatê ne. Bi demê re, li gelek herêman, guherto û şêwazên nû li wan hatine zêdekirin.
Li gorî pisporan, fikra sereke ew e ku bingeha vê berhemê pirtûka Aryaniyan e ku navê wê “Hezar Efsane” ye.
Dîsa fikra bingehîn ew e ku ev berhem ji aliyê nivîskarekî tenê ve nehatîye nivîsandin.
Her herêm li gorî civat û felsefeya xwe hinek tişt lê zêde kirine
Danheva çîrokan di sedsala 9an de destpê kiriye û bi demê re, her herêm li gorî civat û felsefeya xwe hinek tişt lê zêde kirine.
Divê versîyona Erebî de, vegotin li gorî berjewendiya rêveberîya dewletên Îslamî ne û tê de îfadeyên kêmxistina dînên din hene.
Loma divê xwendevan di vî warî de baldar bin û rewşa heyama van çîrokan baş binirxînin.
Şopa çanda Kurdî di van çîrokan de diyar dibe
Yek ji çavkaniyên van rêzepirtûkan, welatê Kurdan bixwe ye û şopa çanda kurdî bi awayeke eşkere di van çîrokan de diyar dibe.
Tevî ku ev çîrok di dema me ya îroyîn de j, di nav gel de têne gotin û di şevbihêrkên berê û niha de xwediyê cihekî girîng in jî mixabin heta niha bi tevahî bi Kurdî-Kurmancî nehetibûn çapkirin.
Bi saya wergera ji ‘Erebî bo Kurdî-Kurmancî’ ya Menaf Osman, ev berhem bi tevahî wekî 3 pirtûkên mezin ji aliyê Weşanxaneya Azad ve hate çapkirin.
Gerînendeya Weşanxaneya Azad Eslîxan Yildirimê derbarê berhem û wergêrê wê wiha got:
“Menaf Osmanê ku ji 30 salan zêdetir di hepsê de ma û demek berê hateberdan, beriya sala 2009ê dest bi wergera van berheman kiribû û sala 2020î qedand.
Ji ber ku ev xebat di hepsê de dihat kirin, hem ji bo wergêr hem jî ji bo weşanxaneyê zehmetî zêde bûn.
Pirtûk bi derengî dihatin kontrolkirin û şandin, wekî destnivîs dihatin ji me re û amadekirina wan jî pir wext distand.
Pirtûka yekemîn a ku ji cildên 1, 2, 3, 4 pêk tê, me sala 2018ê çapkir. Herçî pirtûka duyemîn e û ji cildên 5, 6, 7, 8 pêk tê, me sala 2022yê çapkir.
Pirtûka dawî jî ku ji cildên 9, 10, 11, 12 pêk tê, dawiya 2023yan derket û bi vî awayî, çapkirina 12 cildên berhema ‘1001 Şevê’ temam bû.”
Menaf Osman werger kiriye
Menaf Osman, bi zimanekî zelal û herikbar wergera vê berhema giranbiha kiriye û li pirtûkxaneya Kurdî zêde kiriye.
Îro herkes dikare xwe bigihîne PDFyên van berheman, bêheq bixwîne yan jî li ser telefon û kompîterên xwe siwar bike.
Weşanxaneya Azad hewl dide xebatên taybet bigihîne ber destên xwendevanan.
Ji ber vê yekê, PDFya hinek berhemên din jî belavkirîne.
Lînka wan jî li jêrê ne. ‘Tarîxa Dewleta Kurdan’a ku biqasî 750 sal berê hatiye nivîsandin, ‘Şerefname’ ya ku pirtûka herî berfireh a pêşî ya dîroka Kurdan e, ‘Kurdgalnamek’ a ku zêdetirî 350 sal berê hatîye nivîsandin û behsa kurdbûna bapîrên belûcîyan dike, çend ji van bixwe ne.
Ji bo xwendina van berheman, lînk ev in:
https://ansiklopediyakurdistane.com/naverok/hezar-u-yek-sev-cild-1-2-3-4-pirtuk-pdf
https://wesanxaneyaazad.net/niviskar/