Helbestvan û siyasetvanê kurd Osman Sebrî 102 salî ye

06-01-2017
Besam Mistefa
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Osman Sebrî Semsûr Helbestvan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Helbestvan û siyasetvanê Kurd Osman Sebrî di 5ê Çileya 1905an de li gundê Narincê yê Kolika Semsûrê hate ser rûyê dinyayê û jiyaneke zehmet û dijwar derbas kir.

 

Siyasetmedar helbestvan û yek ji damezrênerên partiya yekemîn ya kurdî li Sûriyê, Osman Sebrî di jiyana xwe de gelek azar û zehmetî kişand, lê timî li ber xwe dida, kesekî înat bû, li hemberî zehmetiyan teslîm nedibû.

 

Ew bi salan di heps û zindanên neyarên gelê kurd de mabû, her wiha wî gelek berhemên edebî yên hêja li pey xwe hîştin. Bi taybetî Apo Osman di “Bersiva Hoşengê” kurê xwe de gazinan ji nakokiyên navxweyî yên kurdan dike.

 

“Ala xebatê te xweş hilanî. Li ser kenarê bilind te danî. Hê j`biçûkanî te berxwedan kir. Li ber xwînmija te dest hilanî. Lehengê mezin ketiye ser rê. Bi serxwebûnê bawerî anî. Xebata te kir qet ji bîr nabe. Perda ser diza te xweş hilanî.”

 

Ev beşek ji helbesta Nûjen li ser Osman Sebrî bû. Osman Sebrî bi serhişkî li ber xwe da û qet radestî bêhêviyê nebû. Apo Osman gelek berhemên giranbuha li pey xwe hîştin wek: Bahoz, Derdên Me, Çar Leheng, Bîranîn, Elifbeya Tekûz û hin berhemên din.

 

Dema kurê wî Hoşeng nameyekê jê re dişîne û amaje dide gotinên xelkê ku Xwedêgiravî bavê wî ji xebatê sar û bêhêvî bûye, kela dilê Osman Sebrî gurr dibe û ew ji ber derew û neheqiya bedkar û xirabkaran tê ku biteqe û wiha Bersiva Hoşeng dide:

 

"Delal: Gava em ne çak û dirust bin. Teqez ew ji pîsî û neqenciya me ye. Em çawa dikarin bêjin "Sûcê felek û koledar tê heye?" Ma heya çi gavê em dê ji sûc û gunehên xwe birevin? Riya rast berdin, bikevin xaçerêyan, deverû bikevin. Riya rast şemirandin ne karê camêran e; teqez qelsî ye. Ji gunehên xwe revîn karê nemerdan e, bes pîsî ye. Ji bo çi holê em pîsiyê di xwe de tînin? Neyar û nemerdan dilgeş dikin, bi xwe dikenînin. Ev yek bûye nexweşiyek malkambax ketiye canê me. Wey xwelî li serê me, me riya rast şemirand. Gelo! Ma em dê çawa xwe ji vê nexweşiyê xilas kin? Gunehên xwe bibînin, qencî û neqenciyê ji hev nas kin? Guh bide min, delal! Ez sond dixwim bi serê te û Hoşîn û Heval. Ku tu caran ji xwe û gel bêhêvî nebûme. Li ser şopa qelsan nehatime û tê neçûme. Ji lew re diviyabû ji her kirê hûr bim. Xwe ragirim, ji her kesî dûr bim. Heya rastî ji her kesî ve xuya be. Qencî û neqencî ji hev cuda be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst