Ji ber strana bi Kurdî salek û 15 roj ceza lê hat birîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li Perwerdekarê Komeleya Çandê ya Serhedê Cesîm Başboga ji ber strana "Serhildan jiyan e" salek û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn.

Cesîm Başboga di kongreya DEM Partiyê de strana “Serhildan jiyan e” gotiye û ji ber vê yekê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatiye vekirin.

Doz 8ê Îlonê hatiye vekirin û rûniştana ewil li Dadgeha 2yemîn a Cezayê Giran a Bedlîsê hat lidarxistin.

Li gorî nûçeya MAyê dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê hatiye kirin” salek û 15 roj cezayê hepsê li Başboga birî.  

Cesîm Başboga diyar kir ku strana "Serhildan jiyan e” ji aliyê bi sedan stranbêjên Kurd ve hatiye gotin û li ser platformên medyaya dîjîtal jî bi milyonan kesan lê guhdar kiriye.

Başboga her wiha da zanîn ku berê jî ji ber stranên Kurdî 3 lêpirsînên cuda der barê wî hatine destpêkirin.