Li Hewlêrê bi konserekê Mala Muzîkê ya Zehawî hat vekirin

05-11-2021
Helebja Sadon
Konsera Muzîkê li Hewlêrê ya bi helkefta vekirina Mala Muzîkê ya Zehawî, roja Pêncşemê 4ê Mijdara 2021an. Wêne: Rûdaw
Konsera Muzîkê li Hewlêrê ya bi helkefta vekirina Mala Muzîkê ya Zehawî, roja Pêncşemê 4ê Mijdara 2021an. Wêne: Rûdaw
Nîşan Muzîka Kurdî Mala Muzîkê ya Zehawî Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi amadebûna hunermendên herçar parçeyên Kurdistanê Mala Muzîkê ya Zehawî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hate vekirin, ji bo ku bibe hêlînek jibo hemû hunermendên Kurd û gavek ji bo pêşxistina muzîka Kurdî.

Bi boneya ragihandina Mala Muzîkê ya Zehawî, konsereke muzîkê bi beşdariya grûpên hunerî yên çar parçeyên Kurdistanê li Kela Hewlêrê hat sazkirin.

Hejar Zehawî, Damezrînerê Mala Muzîkê ya Zehawî ji Rûdawê re ragihand: “Mala Zehawî dê li sala 2022an de dest bi çalakiyên xwe bike. Ku dê konsêrt, workşop û master kilasan bo gencan saz bike.”

Hunermendên beşdar, vekirina vê malê wek cejna muzîka Kurdî bi nav kirin.

Hunermendê ji Başûrê Kurdistanê, Helo Muhemed derbarê vekirina Mala Muzîkê ya Zehawî de dibêje: “Vekirina vê malê bi riya konsêrtekî li ser kelha Hewlêrê hate ragihandin. Di wê konsêrtêde bi riya stranan ew xelkê bi geşteke hunerî li herçar parçeyên kurdistanê gerandin.”

Keywan Mensûr, welatî dibêje: “Nasîneke milletê Kurd e, nasîneke nivşeke nû yê gencên me ye bi muzîka bav û kalên me, bi vê hunera ku jibo me mîrat maye.”

Defjenê Kurd Hejar Zehawî xwedanê wê projeyê ye ku bi xwe ji bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ye. Bekaloryos li zankoya Sawasç li Londonê wergirtiye û projeya wî ya zankoyê jî derbarê govend û dîlana Kurdî de bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst